P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Mizgeft e yan çayxane ye kes nizane


Sofî Brahîm

Li bajarê Trabzon qeza Akçaabat, gundê Kavakliyê, melayê mizgeftekê, di sarîya serê sibê de çay û ta?têya bela? dide kesên ku tên mizgeftê û nimêj dikin.

Li ser bextê sofîkên bajarê Trabzonê be, dibêjin melayê mizgeftê hingî xelk hînî çay û ta?têya bela? kiriye, roja ku çay û ta?tê tunebe kes naçe mizgeftê û silavekê ji bo xwedê nade melayê reben.

Melayê mizgeftê Mûrat Yilmaz dibêje:“Mizgefta me ji bo 1.400 kesî hatiye çêkirin, lê tenê 30-40 qûnek tên. Ew jî ji ber jinên xwe direvin ellawekîl, yan na ne ji kula xwedê ketine“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, ji bo ku mizgeft bê dagirtin û herkes bê nimêja ?eveqê, mela Mûrat dest bi dana çay û ta?têya bela? kiriye. Di vê derbarê de mela Mûrat Yilmaz çi bêje ba?e hûn zanin?

Dibêje: „Hinek ?îrket ji bo firotina malê xwe promosyonan bi kar tînin. Em jî di bi vê bandorê de mane, em bi çay û ta?têya bela? dixwazin mi?terîyên mizgeftê zêdetir bikin“ û  niyeta xwe e?kere dike.

Erêêêê erê…

Kuro law her ti?t bûye tîcaret û menfeet wî. Aha hûn dibînin, ne ji bo çay û ta?têya bela? be kes silavê li mala xwedê jî nake kuro, ya starrrrrr!

Neyse, bi sê telaqan ez bi xwe qîma xwe bi çay û ta?tê jî naynim. Yan wê mela Mûrat firavîn û ?îva bela? jî bide, yan jî lingê min bi mizgefta wî neket û xelas…

Trabzon

Ev nivîs 342 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Mizgeft e yan çayxane ye kes nizane”

  1. weki xaléme sofi got hert?? buye ticaret u menfeat ayhoooooo

  2. Li bajarê Bursayê di hemû mizgeftan de rojnameya(zaman) a Feto(?)yê Gobel û rojnameya Nîv-erotîk Posta heye.Van sofiyên nîvqûnde mala xwedê jî herimandine.Li aliyekî rojnameya tirko-islama fa?ist(Zaman) û li aliyê din jî rojnameya tir(e)ko-eroti(r)k(Posta) heye .Xwedê hefza me ji van ultra-qûndeyan bike!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!

Şirove bike