Celîlê me da bin dûvê Nazimo

Me bi salan pesnê helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet da, bi salan helbestên wî yên wek “Nata?a” di devê xwe de kir benî?t. Ê helbet canim, wê gavê em jî bi “?ewba kominîzmê” ketibûn ha, ma vîrûsa Marx, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao Zeytûn, Enwer Xoce û Ho?îmîn dev ji me berdida babam, na.  Heta me vîrûsên wan ji mejiyê xwe pak kir malik li me viritî, em wek çewalên çiryayî ji hev çîrvirîn.

Werhasil…

Xalê me Kurdolog Celîlê Celîl, li Amedê behsa nivîskarê Kurd Qanadê Kurdo û helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet kir û dawa Nazimo li serê wî pêça.

Di vê derbarê de xalê me Celîl got:” Kominîstên Tirk û Ereban kominîstên Sovyetê bûn, wek îdeolojî nebûn kominîst. Balkê? e, piranîya endamên parîyên kominîstên Ereban jî û yên Tirkan jî Kurd in. Hetta serokê kominîstên Sûriyê û Iraqê jî Kurd bûn. Lê wan xwedênehi?tan hewldanek ji bo pirsa Kurd nekir” û mesele anî ser Nazimko. “Nazimko tucarî pi?tevanîya pirsa Kurd nekiriye û xiyaro Kurd nas nekirine. Ji xwe Qanadê Kurdo qet ji wî qûnekî hez nedikir, digot ew ji Kurdan hez nake û li ser wan ti?tekî nanivîse. Ji xwe siyaseta partîyên kominîstên Tirkan ev e, mesela Kurdan qebûl nakin” û dide bin dûvê kominîstên Tirkên çeqilmast.

Ez serê we neê?înim, Tirk Tirk e gelî xwendevanan. Çi Nazim Hîkmet be, çi Turke? û misilmanên wan bin qet ferq nake. Di mesela Kurdan de hemi Kemalîst û Tirkperest in wesselam.

Lê mesele ev e ku em Kurd ji wan re dibin dûvik û terî yabo qurban. Sûc sûcê me ye, yên ku kurtanên wan li xwe dikin em in ha…

Amed  

About The Author