LKD hêlîna xwe vekir

Wey li ser xêrê be rebbî, Lêgerîna Kurdên Demokrat li Amedê hêlîna xwe vekir û lotikek xwe? avêt.

Lêgerîna Kurdên Demoqrat (LKD), îro, bi be?dariya gelek vexwendiyên ji deverên cuda, buroya xwe ya Diyarbekirê vekir. Berdevkê LKD Sertac Bûcak û birêvebirên wê, saet di 13:00an de dergehê Buroya Diyarbekirê ji mêvan û vexwendiyan re vekirin. Sertac Bûcak bi minasebeta vekirina buroyê daxuyaniyek çapemeniyê pê?kê?î rojnamevan, TV û endamên ragihandinê yên be?darî vekirinê bûn, kir. Daxuyaniya ji çapemenîyê re weha ye:

Statuya ku Kurdan bi zordarî tê de dihêlin, statuyeke ne huqûqî ye û ne heq e. Ji bo paraztina mafên gelê me yên tevayi, pêdivîya kurdan bi rêxistineke nû ku mafên Kurdan yên hevbe? wek bingeh bipejirîne ku armanca wê desthilatdariya kurdan ya li ser axa xwe be û li gora vê yekê bernameyeke kulturî, civatî, siyasî û aborî bide ber xwe, heye.

Dema teko?îna li gora vê yekê dihête birêvebirin, referansa me hêjayiyên hevpar yên cîhana hevdem e. Di zemîneke li rê de, avakirina xebateke siyasî ya vekirî armanca me ye. Ev pêkhatina nû bikaranîna zorê weke navgîneke siyasî napejirîne. Ji bo normalbûna siyasetê, divê siyaset ji zorçoyiyê bihête azadkirin. Divê ?êwaza teko?îna vê avakirinê teko?îna demoqratîk be. Teko?îna demoqratîk; derfetên peydabûna ramanên ku pêdivîya kurdan pê heye û hêjayîyên xurumîne û dezgehên ji ser xwe çûne ji nuve xwe birêsin, derdixe meydanê. Ev tevger divê; bi rûmetgirtina hêjayiyên gel, tevaya kurdan hembêz bike.

Em demoqratîzebûna Tirkiyeyê û pêvajoya Yekîtîya Ewrupayê girîng dibînin. Em palpi?tîya her pêngavên ku demoqrasî û azadiyan bigihînin astên navneteweyî dikin.

Ji bo newekhevîya aborî ya di navbera herêman de ji holê bihête rakirin, divê kedek ji dil û birêkûpêk bihête dan. Ger bernameyên bipê?ketinên aborî, bi pêngavên sîyasî re bin, dibe ku rê li ber çareserkirina pirsa kurd vekin. Reformên aborî bi tena serê xwe, nabin çareserîya pirsa kurd.

Em bidestvehatinên desthilatdariya Hukûmeta Herêma Kurdistanê girîng dibînin. Divê danûstandinên cîraniya qenc bihêne pejirandin û rûmeta mafên desthilatdariya li ser axa xwe were girtin.

Legerîna Kurdên Demoqrat (LKD), li gora regezên li jor rêzkirî, bi vekirina Buroya xwe ya Diyarbekrê dest bi xebatên xwe dike.

Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD)

Diyarbak?r, 29.05.2010

About The Author