Mela Fayîq qedera mêrê Kurd nivîsand

Kevneserokê Hereketa Îslamîya Kurdistanê Mela Abdullah (Mela Fayîq Dilo yê Efrînî), hevpeyvînek qerase daye rojnama Rûdawê û serî di binî re derxistiye, ti?tên pir xwe? û aqilane anîye zimên.  Lê malnexerabo qedera zilamên Kurd bi destê xwe nivîsandiye û ji %90 ên zilamên Kurd ?andiye cehnemê.

Mela Fayîq gotiye:“ Rast e, min gelek caran di wazên xwe de gotiye: Zilamê Kurd eger li ser vê zihniyetê bimîne ji sedî 90 diçe cehnimê û jin di vî hal û rew?a xwe de ji sedî 90 diçe cinetê. Hûn çawa bin, wisa jî tê serê we hukimdarino, me welatê ti kesî talan nekiriye, me ti komkujî nekirine, zilma me kirî çi ye? Zilma em di hundirê malê de dikin, zor û zilma me li ser pîrekê kirî sebeba bindestiya me ye“ filan û fîstan.

Yahewlelwelaaaaa, qiwetille billehil ezîm!

Yaw çi heqê te heye tu i %90 zilamên Kurd di?înî cehnema germik yabo qurban? Ma ?andina cehnemê karê te ye ya seyda?  Bihêle bela xwedê teala biryarê li ser zilamên Kurd bide babam, wî!

Law ma lêdan û zilma li ser jinê ne ji Erebên qûnre? derbasî nav Kurdan bûye xwedê jê razî! Ma berê zilm û lêdana jinê di nava Kurdan de hebû cîgerim, na! Welle, bille û tille tunebû lo, wey! Kengî go Erebên qûnre? hatin Kurdistanê û mejiyê Kurdan kirin ?orbe, aha ji wê demê ve jin bû dara ?ikestî qurbana çavên te bim. Çima tu Erebên qûnre? na?înî cehnemê, lê tu bela xwe di zilamê Kurd didî û wan bi cehnemê ?a dikî qurban, ma wîjdan ev e, hella hellaaaaa!

Lê ez ti?tekî meraq dikim seydayê min.

Gelo cenabê te jî di nav wan %90 î de ye yan na? 

Bi ?e? telaqên jinberdanê, heger tu ne di nav wan de bî qet qîma me nayê, ihi! Ti?tê wilo bela? tune seyda, tuyê xwe têxî nav %10 û biçî bihu?tê û tuyê %90 jî bi?înî cehnemê, nabeeeee, em qebûl nakin! Yan tuyê jî bê cehnemê, yan jî emê li axretê gilîyê te li cem xwedê teala bikin ellawekîl, xelas!

Mû?

About The Author