ÇÎYA

Ez çûm mêvandarî rokê

Min xwest bêjim vê çîrokê

Me xwar vexwar bi hevdu re

Berî ku em herin dûvre

Got min em herin binerin

Çîya heye em binerin

 

Em siwarbûn çûn bi hevre

Havîrdorê me tev befre

Em dûr neçûn nêzîk gerand

Wê li cîkî texsî tefand

Ji min weyê rast çîyaye

Min çav lêkir wek tinga ye

Sed metro nebû ji derya

Nabê cihê lîstkê kehra

Hat bîra min welatê min

Min go kanî ew cihê min

Hebûn çîyayê pir bilind

Bi meyzandin gelekî rind

Ji çar hezar bêhtir bilind

Vedişartin bajar û gund

Qet dijminan nestandiye

Her tim pêşmerga lê bûye

Ciqa deynin ew xefk û dav

Pêşmerge dernayê ji nav

Ew çîyayê mezin bilind

Gelek caran rê naçê rind

Em himandin heta niha

Hezar salan hezar diha

Çenkzêr ma tê ev jî dîba

Qutbû ji kanî û sîpa

               15.2.85.

About The Author