Derbasbûyî be cîgerim!

Li ser bextê cilêtçî, pêxwaz, esrarkê? û eroînfiro?ên bajarê Amedê be, dibêjin nezera çavan li serokê me Osman Baydemîr ketiye û ew rakirine nexwe?xanê. Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin zikre? û xêrnexwazan tîrên nezera çavên xwe berdane Osmanê me û tam li dilê wî xistine. Pi?tî ku dilê wî brîndar bûye, ew rakirine nexwe?xanê û tedawî kirine.

Hinek dibêjin:“Na welle ne nezer e, sedî sed nivi?t û bazbendên re? jê re çêkirine“. Hinek din dibêjin:“Na caniiiimmmm, sedî sed pi?tî KCK agirbest rakir û dîsa dest bi lotikên ?er kir, dilê Osmanê me ê?iyaye û bêhi? ketiye“. Û hinek jî dibêjin:“Dînime îmanime, jina min awradim olsin, Tirkan vîrûsa ?ewba berazan berdane oda wî û ew pê serxwe? kirine“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, sedem çi dibe bela bibe, serok Osman Baydemîr ji gellek serok û rêvebirên sexte çêtir û Kurdperwertir e. Ji ber vê jî hê zû ye û em naxwazin zû bi zû dilê wî teslîm bibe. Lê ku dilê wî jî wek hinekan zû teslîm bû, soz be ezê dilê xwe derxim û têxim bedena Osmankê me. Ji xwe dil mil ji min re ne lazim e wî, ez Esrarkê? Ehmê me kuro, waweylê!

Amed

About The Author