JI BO XWE?ÎYÊ KÛÇ?KEK HEWCEYE

Nezîro yê feqîr û belengaz, dike nake nikare xesûya xwe û jina xwe memnûn bike. Herdem pê re di ?er û pêvçûnê de ne.Nezîro mêze dike derbasî nabe, dibê: “ Ya starrrr ji destê we, ez serê xwe hildidim diçim, Xwedê hevza meriv ji we bike. Hûn dawa çi li  min dikin wey ? “ Bi kul û derdê xwe ve dikeve rê dime?e, nizane wê bi ku da biçe.

Nezîro diçe gundekî, bala xwe didê wa ye zilamek di destê wî de kûçikek bi gerdenî (qeydik) li pê?îyê dime?in, li pey wan du çardarên mirîyan  û li pa?îyê jî yekrêz gelek zilam ber bi goristanê ve diçin. Nezîro dibê: “ Serê we sax be, ew kesên di çardarê de mirine gelo kî ne?

Zilam dibê: “ Hûn sax bin, yek jina min e, yek jî xesûya min e “. Nezîro dibê: “ Wax wax, herdu bi hev re mirine, dikarim pirs bikim sedema mirina wan çi bû gelo ?

 Zilam bi devekî ken û kêfxwe?  bersivê didê û dibê: “ Bi xwedê hema vî kûçikê min êrî?ê herduyan kiriye, xeniqandiye û ku?tiye

Nezîro destê xwe dide serê kûçik mist dide, vedigere ser zilêm û dibê: “ Min xwe avêtîye ber bextê te, bela xêra  bavê te be, tu dikarî vî kûçikî du roj  sparte (emanet) bidî min?

 Zilam dikene û dibê: “ Erê, de tu jî bikeve yekrêzê heta dora te tê “ Nezîro fêm dike ku ew zilamên yekrêz ketine dora kûçik werhasil.

   Ê ka kûçikeki har tuneye ku van hevkarên Tirk, Ereb û Farisan bi xeniqîne û em jî bigihên jîyanek aram gelo? Bi serê kofîya meta Xezo heta ev hevkar hebin, Kurd nikarin di welatê xwe de bi rew?ek Kurdewarî bijîn.

Ji xûsûyê pirtir têkilî her ti?tê me dibin, hema dikin tike tik, vike vik û qûte qût. Ma êdî ne bes e li ser pi?ta me kêfê dikin û gûzan di?ikînin lo!

Kurdistan

About The Author