Nêçîrê me ji “Turk Sanat Muzîgî” hez dike

Nêçîrvanê me, ango Nêçîrvan Barzanî, hevpeyvînek qerase da rojnama Ish?k Newsletter (Rojnama Zanîngeha I?ik a Fethûllah Gulen e, li Hewlêrê derdikeve) û çend lotik avêtin.

Nêçîrê me yê seksî û hêvîya pê?erojê, di hevpeyvînê de lotikek bêîman li çapemenîya Tirko xist û got:”Ne mimkin e Kurd û Tirk bibin dijminên hev. Lê çapemenîya Tirk lotikên bergîlkî davêjin û nîfaqê dixin navbera Kurd û Tirkan. Lotikên ku çapemenîya Tirk davêjin bandorek xerab li têkilîyên gelê Kurd û Tirk dixin” û tilîyek avêt bin dûvê çapemenîya Tirko.

Nêçîrê me pir pesnê Zanîngehên Fethûllah Gulen jî da û bi dewwamî got:”Insan karin dostên xwe hilbijêrin, lê nikarin brayên xwe hilbijêrin. Me gellek caran gotiye ku em brayên hev in, di heman malê de jî brayê mezin û brayê piçûk hene û di navbera wan brayan de jî carna nexwe?î çêdibin. Lê mixabin çapemenîya Tirko dixwaze vê bratîya me xira bike û têk bibe. ?ikir ji xwedê re, ev du sal in her ti?t bi ba?î dime?e” filan û xeftan.

Nêçîrê me yê germik û nermik, herweha behsa hezkirin û guhdarkirina muzîkê jî kir û got:”Ez ji her cûre muzîkê hez dikim û guhdar dikim. Lê li ser daxwaz û qewîtîya (pê?niyaza) Serokê Herîma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, min dest bi guhdarkirina “Turk Sanat Muzîgî – Muzîka Huner a Tirk) kiriye û birastî jî muzîkek pir xwe? e” û dawî li gotinên xwe anîye.

Werhasil…

Xuyaye Nêçîrê me ji bîr kiriye yan jî nexwestiye bêje ku piranîya “Turk Sanat Muzîgî” muzîka Kurdî ya “Kurdî Hîcazkar” e û dolheramên Tirkan ew ji Kurdan dizî ne, li ser xwe tapo kirine.

Axir, Nêçîrê me ji Turk Sanat Muzîgî hez dike gelî xwendevanan.

Îcar kasêt yan CD yên Turk Sanat Muzîgî li ber destên we hebin, ji kerema xwe çend liban wek diyarî bi?înin.

Hewlêr

About The Author