Aha ev ne fikrek xerab e

Rojnama Fransî Le Monde, ketiye bin deynek mezin û cîh lê teng bûye. Li gora tê gotin, Le Monde nêzîkî deh sala ye ku zirarê dike û dikeve bin deyn. Le Monde di sala 2009 an de 25 milyon euro zirar kir. Rojnama ku cîroya wê xwedîyê 397 milyon euro ye , 125 milyon euro deyndar e û pi?ta wê di bin deynan de xûz bûye, bûye wek kera pi?tkurmî.

Werhasil..

Dibêjin ji bo ku rojname ji bin deynan derkeve û hew zirarê bike, rayedarên Le Monde dest bi avêtina lotikek seksî dikin û wê her hefte “pirtûkek erotîk” bi rojnameyê re belav bikin. Çima pirtûkek erotîk? Ji bo ku xelk bi xêra wê pirtûka seksê rojnama Le Monde zêdetir bikirin û doxîna wan ?il bibe. Di nav pirtûkên erotîk de pirtûkên Marquîs de Sade jî hene.

Îcar birastî fikrek hat bîra min gelî xwendevanan.

Li ba?ûrê Kurdistanê mehê zêdeyî 300 rojnameyên rojane, heftane û mehane derdikevin û piranîya wan jî nayên xwendin, tenê ji bo ku ji hikûmetê peran bistînin wan diwe?înin.

Ê ba?e babam, madem ev tirtireyên rojname û kovarên we nayên xwendin û firotin, çima hûn jî wek Le Monde pirtûkên erotîk, porno û seksê pê re bela? nadin kaka? Û hetta kasêt û CD yên seksê jî pê re bidin çima na?

Bi ellawekîl heger pirtûk, kasêt û CD yên seksê bi wan rojnameyan re bên dan, ez bawerim wê tîraja rojnameyên ba?ûrekan ji tîraja Le Monde û The Guardîan jî bilindtir bibe ellawekîl.

We go çi?

Fransa

About The Author