Tenûra Kurdan dîsa himhimî

Ev 12 salin ku biraderên me yên bakur ji Tirkan re dibêjin:

„Werin em bibin birayên hev yê axretê, ger li vê dinyayê nebû ji kêmayî ve li wê dinyayê em bibin birayên hev“ Lê  Tirk dibêjin  Olmaaaaaaz,nabeeeee!

„Ê werin em komarek demoqratîk ava bikin oxlim“, dîsa gotin  Olmaaaaz!

„Ê werin em konfederalîzma demoqratîk ava bikin babam“ dîsa dolheraman  gotin Olmaaaaaz!

Ê bavo ka em çi bikin ji van dolheraman?

Qurban û heyran, bi van re nabe alewekîl, bi telaq ji xeynî ku em tenurê germ bikin tu rê li ber me neman, de yan ji me yan ji van qûnbigûya ye û xwedê mezin e.

Em dibên bi a?tî ew qebûl nakin

Em dibên biratî ew qebûl nakin

Em dibên wekhevî ew qebûl nakin

Ê bi qurana ser sînga pêxember, wê bibin wek rûvî û li pa? xwe nanerin jî.

Tirkan Îran û Sûriye jî dan kêleka xwe  û ?erê Kurdan dikin.

Em Lotikxanecî jî dibêjim „bera biraderên me yên BDP ê, HAk-PAR, hevalên kak ?erefedîn, Lêgerîna Kurdên Demokrat û Kurdên Netewperwer, TevKurd û ZirKurd, Partîya Xelo û Celo, Partîya Cirdo û Mi?ko  jî  tev bi hev re êzingan bavêjin tenûra ?ore?ê“. Kuro bi namûsa mêrê çê, ne bi lotik û zîtirkan be Tirk ji insanetîyê fêhm nakin baba, wey!  Law ev bêbav berxê li maka xwe ketîne, nanê wan li ser kaba wan e hayhoooo!

Dîrû?meya dema nû ya ku biraderên me yên çiyê jê re dibêjin (serdema çaran) Yekîtîya netewî ye.  Yakîtîya netewî ha!?

 Ê law ez û hûn tev bi qurbana yekîtiya netewî bin, ma ka ew roj! Îca rabin û bêjin,

„ya allaaaah û ya xwedê“ û bi hev re rajin dozê ta halê me nebe wek halê Felestînê û tenûrê germ bikin ji ?emîyê heya bi înê.  

De yalla, êzing ji min û pêxistina tenûrê jî ji we…

Ahmedê Berazî

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author