Ozkok da bin dûvê hikûmetê

Ecêb e, dibêjin gava mirina “mûrîyê – gêrikê” tê, per û baskên wê çêdibin û dixwaze bifire.

Îcar ev jî mesela me û nivîskarê Tirk Ertûgrûl Ozkok e.

Ertûgrûl beg van heyaman ti?tên ewqasî xwe? û rasteqîn dinivîse ku nayê gotin.  Di derbarê êrî?a Israîlê ya li ser ke?tîya Mavî Marmara û kujtina çend Tirkan de Ertûgrûl Ozkok, da bin dûvê temamê nivîskarên Tirk û qûna wan belbelotî ezmanan kir. 

Ozkok, êrî?a Israîlê mafdar dibîne, dide bin dûvê hikûmeta Erdogan û dibêje:”Binerin oxlim,  gava serokê Herêma Bakurê Iraqê (Kurdistanê) tê Tirkiyê, hûn ala wê herêmê jê re pir dibînin. Çima? Ji ber ku berjewendîya Tirkiyê ev e. Li gora ku Kurdên bakurê Iraqê ne Bûdîst in, çima hesasîyetên Îslamê li vir nakevin dewrê? Ma ev insan ne misilmanên ku demekê Saddam ew bi gazên jehrê dikujtin? Yan rayedarên dewleta me birastî jî ji teorîya komploya Yahûdîbûna Barzanî bawer dikin” û doxînê li rayedarên dewleta xwe sist dike, dide bin dûvê wan.

Werhasilî kelam, Ozkok berî niha dîsa di nivîsa xwe de eynen wilo nivîsandibû.

“Helbet hesasîyetên Israîlê jî hene. Çi î? û karê ke?tîyên me li Gazze û sînorên Israîlê hene? Ma ku niha Ewrûpî ke?tîyekê tije alav bikin, bînin li Îskenderûnê bisekinînin û bêjin emê vê alîkarîyê ji PKK re bibin, wê hikûmeta me qebûl bike? Çawa ku PKK hesasîyeta Tirkiyê ye, Hamas jî hesasîyeta Israîlê ye babam, wî” û dîsa çewal xistibû serê Kasimpa?alî Receb û hikûmeta wî.

Axir, cîgerim Ertûgrûl Ozkok vê carê tirr ji meselê berda ellawekîl. De qelema wî sax be û aqûbet li serê temamê nivîskarên Tirko be rebbî…

Stenbol

About The Author