Pi?tî tirr tê de nema li xwe mikur hat

Nîjadperestê Tirk ê sermezin Halûk Kirci,pi?tî 32 salan li kiryarên xwe mikur hat û lotikek bêîman avêt derûdorê.

Halûk Kirci efendî, di 1978an de 7 endamên partîya TÎP ê kujtibûn û kêfa seg û kûçikan li xwe anîbû. Mêro di hevpeyvîna bi rojnama Sabahê re „Daîreya ?erê Taybet“ da ber lotik û zîtirkan û serê endamên vê daîreya qirêj xist qûna bavê wan.

Pi?tî ku Halûk Kirci li kiryarên xwe yên derbasbûyî po?man bûye û gotiye „wê demê ez 20 salî û xe?îm bûm, em hatin xapandin û em ji xwe re bi kar anîn“, meselê  tîne ser kiryarên Daîreya ?erê Taybet (navenda Ergenekon û çeteyên wek JÎTEM ê) û dibêje:

„Bi ?e? telaqên jinberdanê, jina min ji min berdayî be, Daîreya ?erê Taybet li pi?ta her lotika bêîman e. Çi operasyon û êrî?ên neinsanî bibin, ev daîreya qirêj li pi?ta wan e. Bifikirin, gelo kê ?axên MHP di nav Kurdan de damezirand? Daîreya ?erê Taybet. Kê çek û fî?ek didan nîjadperestên wek min sermezin? Daîreya ?erê Taybet“ û dide bin dûvê vê daîreya dewleta kûr.

Werhasil, Halûk Kirci begefendî berî mirinekê li xwe mikur hat û barê qantirekê ji ser pi?ta xwe avêt. Îcar dor dora kê ye ez jî nizanim.

Stenbol

About The Author