Serok Barzanî tir di wan de kir fis!

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser daxwaza Tirkan silavek da Tirkiyê û piştî 8 salan çayek bi serokkomar û serokwezîrê Tirko re vexwar.

Serok Barzanî yê ku berê ji alî Tirkan ve wek “serokeşîr” û haşa “potînalês” dihat binavkirin, wek Serokê Herêma Kurdistanê hat dawetkirin û serê Tirkan bera ber wan da.

Axir..

Piştî ku Tirkan dît tu xêr ji Turkmenên qûnreş dernakeve, fêhm kirin ku heta bi Kurdan û serokê wan Barzanî re rûnenên, wê nikaribin tu pelûlê bixwin. Piştî ku Wezîrê Derve Ahmet Davûdoglû û Wezîrê Bazirganîyê Nanxwerê Cilqetîn çûn Hewlêrê û di bin ala Kurdî û wêneyê Mistefa Barzanî de rûniştin, êdî hat zanîn ku doxîn li Tirkan sist bûye û mecbûr mane Kurdan wek mixatabên xwe nas bikin. Ê helbet canim, destê ku neyê tewandin helbet tê maçkirin. Piştî  cîgerim Tirkoleran dît ku destê Barzanî nayê tewandin û nikarin serî li wî bitewînin, çûn ber lingên wî û payebilindîya “potînalêsîyê” li xwe vegerandin, îcar wan potîna Serok Barzanî alast.

Werhasilî kelam, serok Barzanî bi hella hella hat Tirkiyê û Tirkan hêvîyek mezin jê dikir ku wê Barzanî peyamên hişk li dijî PKK bide awira gelemperî û navbera Kurdan bike kafir kerafî. Lê şikir ji xwedê re, Serok Barzanî wek her carê nehat lîztika dewşîrmeyên Tirk û bi aqlêselîm tev geriya, payebilindîya xwe parazt, kêfa Tirkan li me nanî.

Ez serê we neêşînim kezebno, piştî hevdîtinên bi rayedarên Tirkiyê re, Serok Barzanî beşdarî bernameya Hevdîtina  Taybet (Lîqa El Xas)  a kanala TRT El Turkîye bû û bersiva pirsên TRT El Turkîye da.

Di dawîya bernameyê de spîker ji Serok Barzanî dipirse:

“Birêz Barzanî, gelo di dawîyê de gotinek we heye cîgerim?”

Êêêêê, ma Serok Barzanî fersendê direvîne kaka, na. Dibêje:”Çawa tuneye kaka, heye heye” û bersivê dide:

“Binerin ewladim, em ne ji Bakurê Iraqê ne, li gora destûra Iraqê navê herêma me Herêma Kurdistanê ye.  Carek din stuyê xwe bişkînin û nebêjin Bakurê Iraqê, bêjin Herêma Kurdistanê oxlim, temam!” û tir ji spîker berda.

Aha serokatî û Kurdayetî ev e kaka can. Serok ew e ku di mala dijminê xwe de doza xwe biparêze û ji wan re bêje: şooooşşşşşşş, hêdî bajon!

About The Author