Silav xaltîka Fatê…

Xaltîka Fatê…

Navê min Siyamend e, lê ji min re dibêjin Siyamendo. Car carna serê xwe bi huner û siyasetê re dê?înim, lê dikim û nakim ne dibim hunermend û ne jî siyasetmedar. De min go a ba? ezê xwe bavêjim tor û bextê xaltîka xwe Fatê û pê bi?êwirim bê ka tu ti?tek ji min derdikeve yan na.

Ji alîyê din, pi?tî min nîqa?ên li ser pê?mergeyên zikmezin û tofana ku anîn serê ?ivan xwend, hunermendî li ber çavê min re? bû û ez dibêjim ezê dev ji siyasetê jî berdim. Ez di bextê te û doxîna te de me xaltîka Fatê, ?îretekê li min bike berî ku ez xwe “harakîrî” bikim û xelas…

Siyamendo

Almanya

———

Bersiva xaltîka Fatê

Law Siyamendko, ewladim, ji xwe çi hatibe serê Kurdan ji vê ?orba nîskê hatiye serê wan. Kesên hunermend dibin siyasetmedar, siyasetmedar dibin hunermend, etar dibin bazirgan, bazirgan dibin quzê kerê, profesor dibin xwarinpêj, mêr dibin jin û jin dibin mêr, yanî herkes dixwaze bibe her ti?t û lotikên bêîman bavêje.  Êêêêê, encam dibe çi? Dibe ?orba nîskê!

Kurê min Siyamendo, weyla xwedê nehi?to, hey min di devê te de mîzto, hunermendî nizanim, lê partîyek ji Kurdan re ferz e. Ez dibêjim partîyekê bi navê “Partîya Zikmezinên Kurdistanê” damezrîne û bibe serokê wê. Heger tu ji heq serokatîyê derneket, wê gavê restorantekê bi navê “Restoranta Zikmezinan” veke û xizmeta zikmezinên Kurdistanê bike. Hunermendên Kurd tev birçî û parsek in Siyamend efendî. Ya ba? bi ya xaltîka xwe Fatê bike û mezin bifikire oxlim. Yanî, ji serokatîyê pêve çavê xwe bernede ti?ekî din. Yan serokatîya Partîya Zikmezinên Kurdistanê, yan jî serokê “Restoranta Zikmezinan” û xelas…

Haaaaa, heger te biryara xwe neda û tu di navbera Xelîl û Celîl de ma, were ezê “Psîko analîzekê”li ser mejîyê te bikim cîgerim. Belkî çend bizmar û teneke ji mejîyê te kêm bin ha, okey!

About The Author