L? BER BÎSTANAN!!

Karê Semo û kurê apê wî Heso û lawîkê Xaltîka wî Dexso, havînan lî ber bîstanan mayîn bû. Îdara gundîyan, havînan li ser hatina ku ji bîstanan dihat, bû. Ji ber vê hindê bû ku dema bîstan (bostan) hinekî ?în dîhatin, lemên zebe? û petêxan mezin dibûn, êdî lî bermayîna wan ferz dibû. Heger mirov neçûya ber, heywanên gundiyan dê têketina nav û wê bilewitandana. Sedemek, ji sedemên libermayînê ev bû. Ye dudan jî dema bîstanan ber didan, zebe? û petêx  gelek çêdibûn. Ji bona ku kesek diziya wan ûhwd. nekin, libermayîn pêwîst dibû. Heger me re li ber bîstanan namaya, mirovê hatiniyeke ba? jê nekira.

Hemû bîstanên gundiyan bi hevre nedihat danîn. Lê, hin kesan ji gundiyên ku tu karekî wan yê din tunebûna û erdê wan ?îf ba, bîstanên wan xilî dihat danîn. Lê hin kes jî ji gundiyan, ji ber zêdebûna kar û barên xwe, danîna bîstanê wan virnî diket.

Semo, Heso û Dexso diçûn ber bîstanên xwe yê virnî ku heyvanên gundiyan nekeve nav û leman nelewitîne. Ji ber ku zebe?ên di bîstanên wan de hê sor ne bû bûn. Loma her çiqasî dilê wan dibijiya xwarina ?ebe?an jî lê ji ber yên wan hê sor nebû bûn, wan nikarîbûn ew bixwarana. Bîstanên  wan hersiyan nêzî hev bûn. Wan hewcedariya ku ew her yek holikekê di nav bîstanê xwe de çêkin, nedidîtin. Bi alîkarîya hev holikek mezin di orta hersê bîstanan de çêkiribûm. Sibê hetanî êvarî ew dihatin li ber bîstanên xwe, diman. Wan tenê parastina wan ji dewaran dikirin. Di wê kelekela havîna germ de qirçe qirçe nava wan bû ku zebe?ekî bixwin. Zebe? di lemên xwe de mezin bû bûn. Lê hê ew kal bûn, yanî sor ne bû bûn. Petêxên wan jî hîn tehl bûn. Tenê hin ?erengo û ûcûrên gihi?tî dixwarin lê êdî ew bi xwe jî ji xwarina van aciz bû bûn.

Semo, Heso û Dexso di binê holaka xwe de rûni?tîbûn. Wê havîna germ, bayekî hênik di binê holikê de li wan bawe?în dikir. Li ber bayê hinêk, xewa mirovan dihat. Û carinan jî ji betalî hin fenokî dikete bîra Semo ku ew bi xwe, bi salên xwe kêmî Heso û ji Dexso mezintir bû.

Apê Semo, Mehemed li ba?arê Mêrdînê di daîrek dewletê de memûr bû. Wî Semo yê biraziyê xwe biribû cem xwe, da ku ew dibistanê bixwîne û bibe zilamekî zana û xwedî kar û pere. Apê Semo ji nezaniyê hezne dikir. Wî her tim digot: „Çi tê serê mirovan ji ber nezanî û cahilîtiyê ye. Cahiltî jî, ji nezaniyê tê. Heger mirov bixwîne wê zana jî bibin. Ji kesên zana jî zerarên mezin çênabe.“ Daxwaza wî ew bû ku biraziyê wî bixwîne, heta karibe bixwînî. Carna wî ji biraziyê xwe Semo re digot: „Lawo tu ji apê xwe re bixwîne, ez lihêfa ser xwe jî bifro?im, ez ê te bidim xwendinê.“ Li gor vê daxwaza apê xwe, Semo jî gelekî dixwend û dersên wî hemû gelek ba? bûn. Wî jî ji xwendinê pêve zêde bala xwe nedida ti?tên vala û beradayî. Tenê rojên ?emî û yek?eman apê wî ji wî re derketina derva serbest kiribû. Yanî dikarîbû biçûya kahwê, sînemayê, dîtina hevalên xwe û bi wan re bilîsta. Rojên din divê Semo dersên xwe bixebitiya.

 Salek jê Semo re mabû ku dibistana navîn biqedan da. Her weha Heso û Dexso jî bi tenê  li gundê Qesra Qenco dibistana seratayê qedandibûn. Ji bona ku dibistan dereng li Qesra Qenco vebûbû, hema bi vekirinê re Heso û Dexso bi hevre destpêkiribûn û bi hevre qedandibûn.

Semo di binê holika hinêk de hinekî fikirî, ponijî, da û stend. Aciziyek wî hebû, loma ew nikarîbû li cihê xwe rûni?ta. Heso ji vê rew?a wî tê gihi?t ku ti?tekî wî heye, loma lê nerî û got:

– Semo ev çi halê te ye, weke agir di tedebe, çima tu nikare li cihê xwe rûnê?

– Ma rûni?tin ji vê re divê.

– Çerbû ye? Çi qewimî ye?

– Ma hîn çi ne qewimî ye?

Dexso bi axaftina wan, weke ji xew rabe, cihê rûni?tina xwe xwe? kir, destê xwe berbi Semo de dirêj kir û got:

– Hema bi xwedê ti?tek qewimî ye, lê tu ji me re nabêje!

Semo:

– Bi xwedê tu ti?tek ne qewimî ye. Lê ez li vê rew?a me dinêrim, ev halê me ne tu hal e.

Hesoyê ku qedr û qîmetek mezin dida Semo, zikê wî bi halê Semo ?ewitî û got:

– Ev hal halê me ê hersal e. Ma tu dibê êdî em neyên ber bîstên?

Semo got:

– Na, na ez ne vê dibêm!

Dexso hêdîka rabû ser çongên xwe û berê xwe berbi Semo vekir, bi dengekî berz got:

– Lê tu çi dibêjî, begê min. Heger em jî kurên axa û beganbana em ê jî niha li mala xwe bana. Me yê bi heval û hogirên xwe re bilîstana. Ma em çi bikin, mala feqiriyê ne ava be.

Semo tê gihi?t ku Heso û Dexso, acizbûna wî bi awekî din ?irove dikin. Loma wî xwest ku dilê wan nemîne û got:

– Binêrin, feqîrî û dewlemendî nedayîna xwedê ye. Ji xwe aciziya min ne ji ber vê ye. Dixwazim bêjim ku hela hûn bala xwe bidinê! Di van bîstanên me de em hê nikarin zebe?ekî sor bibînin. Di kelakela vê germê de dilê min çiqasî dihare zebe?ekî. Ez fikirîm ku….

Hê wî axaftina xwe ne qedandibû, Heso got:

– Tu fikirî ku em dev ji bîstanan berdin û herin mal.

Dexso, bi rastî ji xortekî dexs û kunif bû. Destê xwe berbi Semo ve dirêj kir û got:

– De hema rabe ser xwe û berê xwe bide mal.

Semo:

– Lawo, haho ez ne vê dibêm. Dixwazim bêjim; bîstanên Gundê Xêdûkiyan hemû jî gihî?tîne, zebe?ên wan sor û petêxên wan jî mizmizî nin. Min xwest bêjim; gelo em herin di bîstanên wan kevin û ji xwe re çend zebe? û petêxan bînin! Wê çi bibe?

– Ti?t nabe, Heso got û axaftina xwe domand. Lê tu jî dizane ku ew jî weke me li ber bîstanên xwe ne. Dema em têkevin bistanên wan ewên bi me bihesin û berra me din. Ji xwe orta gundê me û wan zêde tune ye. Heger me bigrin dikare ?er û pevçûyinek mezin di navbera gundan de pêk bê.

Semo hinekî ponijî, fikirî û got:

– Em ê ne bi e?kere herin. Hûn ya rastî bêjin, em ê herin diziya wan.

Dexso hîn li ser nigan bû, vêca dengê xwe hinekî sist kir û got:

– Ma em ê çawa herin diziya cîranên xwe. Heger ew me nas bikin, ev dikare bibe sebeba gelek neba?iyan.

Semo, carekê biryara xwe dabû, loma wî got:

– Na, na em nahêlin xerabiyên mezin jê derkeve. Em ê nehêlin ku ew me nas bikin.

-Yanî çawa? Heso got.

– Eger hûn jî dil bikin, em dikarin weke fîlmê sînemayên bajêr bînin serê wan.

– Ev çawa dibe? bi dengekî nerm Dexso got.

– Binêrin, em ê hemû cilên xwe ji xwe bikin, tenê bertêla terpî bimînin. Em ê gomlekên xwe weke çefiyekê li serê xwe bigerînin. Bila ?elwerên me jî di destên me de be ku em nava wan tije zebe? û petêx bikin. Dûre em ê qirax bi qiraxa qî? (ne zinar e, lê bi kevirên mezin weke nîf zinarekî ye, bêtir berrîvanî dibêjin qî?, hin dibên gir, hin dibên zinar) ve xwe bighêjin nava bîstanên wan. Dema em ketin nav bîstên em ê dest bi jêkirina zebe?ên sor û petêxên mizmizî bikin. Heger ew bi me nehesiyan wê ba? be û em ê bê qeza û bela vegerin. Na, heger bi me hesiyan, em ê bazdin ango birevin. Lê dema me bazda em ê ne ku raste rast berbi hêla xwe de bên. Ewil em ê berê xwe berbi gundê ?ikestûnê (Gundê ?ikestûnê li roavayê Xozberîyê û rohilatê Xêdûkê ye) vekin, dema em ketin nava qî? ku em ji wan wanda bûn, hingê em ê berbi holika xwe de bazdin. Zû bi zû xwe bighêjin cihê xwe, ti?tên ku me bi xwe re anîn, em ê di nava qûça mezin de ve?êrin, cilên xwe li xwe kin û werin li bênê holikê de rûnên.

Dexso, hema yek nekir dudo û got:

– Bi xwedê eynî weha ye, hema rabin û em dest pê bikin. Kuro ma nava me ?ewitî lo. Em ji derdê zebe?ekî mirin weh. Heger xerabiyek jî derkeve, ew ê bêjin ku dizên wan ?ikestûnyan in. Gotina xwe got û dest bi jixwekirina cilên xwe kir.

Wext nema Heso bifikire ji ber ku êdî Semo û Dexso hazir û amade bûn. Loma Heso jî weke wan kir, ketin rê û berbi bîstanên Xêdûkîyan çûn. Talde bi talde qirax bi qiraxa bi qî? re xwe gihandin nava bistanê Xalê Hemo. Dest bi jêkirinê kirin û nava ?elwerên ku di destê wan de bûn dagirt in. Lê dîna dîtin ku Xalê Hemo, dike gazî û dibêje:

– Lo, lo, bê bavno, Heywan kurê…Ma ne vaye ez hatim, heger min hûn girtin hûn dizanin ez ê çi bînim serê we.

Bi qêrîn û hawara Xalê Hemo, hersîyan berê xwe berbî gundê ?kestûnê vekirin û bazdan. Pi?tî ketin nava qî? ku Xalê Hemo hew ew didîtin, îcar berê xwe berbi holika xwe vekirin û bi lezûbez xwe gîhandin (gihi?tin) qûça mezin û ti?tên bi xwe re anîbûn di nava wê de ve?artin. Pi?tre cilên xwe li xwe kirin û hatin li binê holika xwe rûni?tin ku weke wan tu ti?tek nekiribin. Carekê Semo nerî Xalo Hemo ji hêla gundê ?kestûnê berê xwe berbi holêka wan vekirîye û tê. Semo, mizmizî û got:

– Hûn binêrin, bê xalê Hemo çawa bi lez berbi me de tê. Lê hûn qet dengên xwe nekin, bê ez ê çibikim ji wî.

Pi?tî qederekê xalê Hemo bi helkehelk xwe gîhand nêzî holikê, hersê rabûn ser xwe û berbi wî de çûn û Semo got:

– Çi bûye? çi qewimî ye? xalê Hemo?

– Law ma çi nebûye. Niha sê bêbav ketin bîstanê min û hema rûçikandin. Min da dû wan, lê min ew negirtin.

– Naa! bî rastî tu dibê! ma qey ev ti?t, ev adet li gundan hê heye xalo, Semo got.

– Erê lawo wele, ma qey ez derewan nakim. Sê kes bûn.

– Bi xwedê me gava din sê kesên berbi gundê ?kestûnê bazdidan, dît. Lê me ji ku zanîbû ew ketine bîstanê te. Heger me zanî ba, me dikarîbû ew bigirtana. Semo kire niçe niçe, serê xwe hejand weke bêja ma ti?tên weha…

Pi?tî axaftin û niçe niçê Semo, xalê Hemo anîn bin holikê û Semo got:

– De ka hela hilma xwe hebekî veke, tasek av vexwe, xwedê heqê te nehêle. Ma em ê wekî din çi bikin?

Xalê Hemo li der û dora xwe nerî ku ew jî sê kes in, loma niyeta dilê wî xerabû ku gelo ma ne ev bin. Li Semo nerî û got:

– Gelo ne hûn bin? Ew jî sê kes bûn, û hûn jî…

Hê axaftina xwe temam nekiribû, Semo lê hêrs bû, bi dengekî berz got:

– Ma tu ji rîha xwe ya sipî jî fedî nake xalo! Tu çawa ji me re ti?tên weha dibêjî. Ma tu nabîne ku ev hemû bîstanên me ne. Em ê van bêhêlin û werin têkevin bîstanê te ha. Ma ne eyb û ?erme ku tu dixwazî ti?tekî weha li me rast bike.

– Xwarzê xwe ewqasî aciz neke. Yanî min xwest bêjim gelo….

Semo firset nadayê ku ew gotina xwe biqedîne

– Yanî tu me diz dibîne. Binêr xalo! Eger tu ne rîsipiyak ba, ne tu zane niha xwîn rijiyabû. Tu çawa me dike diz ha!

– Hela hilma xwe fireh bike xwarzê! yanî min weha texmîn kir. Ez jî dizanim ku hûn ti?tên weha nakin.

Semo:

– Eyb e xalo, gelekî eyb e ku mirov cîranên xwe weha bi gunehên mezin tewanbar bike. Tobe tobe. Ji te xaliqîn yarebbî!

Xalê Hemo bêhnekê li ba wan rûni?t, tasek ava xwe vexwar. Lê weke sed kes jê re bêje yên ketin bîstanê te ev bûn. Lê wî nema diwêrîbû gotina xwe zêde bike. Rabû ser xwe xatir ji wan xwest, pi?ta hustê xwe xurand û çû.

Pi?tî çûyina wî hema hersiyan bi bazdan berbi qûça ku wan zebe? di nava wê de ve?artibûn, çûn. Zebe? û petêxên xwe derxistin, hatin bin holika xwe û dest bi xwarina wan kirin… Dexso got:

– Wa Semo em jî îro bû bûn artîstê sînamayê, ne?

– Bi xwedê me îro ji wan jî zêdetir kir…

About The Author