Kêf kêfa Osmanê me ye ellawekîl!

Li ser bextê malpera Avestakurd û generalê wê Dilbixwîn Dara be, dibêjin Osman Ocalan li ba?ûrê Kurdistanê kêf kiriye, por û simbêl re?  kiriye û bûye wek xortekî 14 salî. Tew ji xwe qutikê (gumlek) ?în jî pir lê tê haaaaa, bi dîn û îman mankênek qirase jê derketiye. Erê hinekî zik berdaye, lê xem nake canim, ji xwe zikmezinî bûye mode ma ne wilo ye! Çima pê?merge zik mezin dikin, lê Osmanê me zik mezin neke babam, wî!

Axir..

Di hevpeyvînê de Osmanê me ti?tên xwe? dibêje û lotikên aqilane virde wêde davêje. Meselen dibêje: “Ew Mustefa Karasû heye ya, aha bi ?e? telaqan ew endamê Ergenekonê û dewleta kûr e” û daye bin dûvê Mustafa Karasû.

Osmanê me hê jî dibêje: “Ezê vegerim û girseya ku ji %75 ne bi PKK re ye bidim ser hev, serokatîya wan bikim” û di xewn û xeyalan de ye.

Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!

Ê tuyê kengî vegerî babam? Ma heta em saxbin emê li benda vegera te bin? Kuro law temen derbas dibe, em yextiyar dibin, tir di qûna me de namîne, ezê vegerim û ezê vegerim. Ê de vegere babam, waweylê! Vegere berî ku ew %75 jî ji destê te birevin ha, nesekine!

Lê ti?tê bala min ki?and çi bû hûn zanin?

Osmanê me dibêje:”Kewê (xanima wî)  bi ?ekil di?ibiya hevala min a herî kevin Zehra” û dide zanîn ku ew ne du caran, lê sê caran zewicî ye, yan jî sê caran dil girtiye. Hevala wî a kevin Zehra, Kewê û xanima wî ya niha.

Wey ma?elle!

Law helal be ji te re cîgerim! Bi namûsa mêrê çê te kêf kiriye lo, wî! Law ez nikarim ji xwe re qerwa?ek nav malan bibînim û pê re bizewicim, lê serokên me ha ha wek otomatîkê dizewicin law, pehhhh!

Werhasilî kelam…

Hêvîdarim rojekê Osmanê me vegere bakur, ji %75ên ku serbixwe û virde wêde wek hespên serxwe? piyasê dikin bide ser hev, wan li hev ragire û  hefsarekî din têxe stuyê wan.

Amîn….!

 

About The Author