A.Ocalan tir ji Abdullah Ocalan berda

Xelet fêhm nekin cîgerlerim, em ne behsa serokê Kurdên sererd û binerd A.Ocalan dikin. Em behsa Abdullah Ocalan ê ji bajarê „Hatay“ê dikin. Bela kesek li qûna xwe zor neyne û wateyên din jê dernexin.

Ti?tê ku ji ber navê „Abdullah Ocalan“ hatiye serê rebenê Abdullah Ocalan, nehatiye serê mi?k û pisîkan, nehatiye serê mirî?k û berazan.  Abdullah Ocalan ê 50 salî li Almanya bajarê Bremenê dijî. Rebeno ji ber ku navê wî û navê serokê PKK Abdullah Ocalan yek e, ne kare peran ji malbata xwe re bi?îne, ne kare ti?tekî ji postê bistîne, ne kare deynan bike û ne jî kare wek insanan derkeve nava bajêr. Hema çi cara ku polîs li ciyekî nasnameya wî kontrol dike, bi qerpika stuyê wî digrin û dixin hepsê, dikin  qêrîn û hawar û dibên:“Aha va me Abdullah Ocalan girt!“

Abdullah Ocalan dibêje ku di dema 12 Îlona 1980î de jî li Tirkiyê zêdeyî heft (7) caran ji ber navê xwe ketiye hepsê û qûn lê qetiyaye. Dibêje:“Carekê dîsa ez girtim û xeber dan Serekerkanê 12 Îlonê Kenan Evren û gotin „va me Abdullah Ocalan girtiye“.

Dibêje ji kêfa re Kenan Evren rabûye lotik û zîtirk avêtine, lê pi?tî ku derketiye holê ez ne Abdullah Ocalan ê Xalfetî me, wek nepoxê fisiyaye û ?eytan pê keniyaye.

Werhasilî kelam…

Navê Abdullah Ocalan wek toqa naletê ketiye stuyê Abdullah Ocalan. Rebeno dike û nake nikare xwe ji vî navî xelas bike û ti?tê ku ji ber vî navî hatiye serê wî, nehatiye serê  serokê PKK Abdullah Ocalan bi xwe jî.

Rebenê Abdullah Ocalan gilî û gazindên xwe dike û dibê:“Yahewlelwelaaaaa qiwetille billehil ezîm! Law Abdullah Ocalan ê rastî li Tirkiyê di hepsê de ye, lê ez rebenê xwedê ezabê wî dik?înim“ û pirça serê xwe hildiçine.

Abdullah Ocalan xwe avêt tor û bextê Lotikxanê ku em çareyekê jê re bibînin, alîkarîya wî bikin û wî ji vê toqa naletê xelas bikin.

Îcar em karin çawa alîkarîya vî rebenî bikin gelî xwendevananan?

Almanya

About The Author