Amerîkî carna zir ehmeq in ellawekîl!

Hinek mirov carna zir ehmeqîyê dikin. Meselen wek hinek Amerîkîyan.

Xanima seksî, germik û nermik Debrahlee Lorenzana, di banka “Cîtygroup” de dixebite. Lê dibêjin bêbavê hingî xwe?ik û bedew e, serê zilamên ku di bankê de dixebitin kiriye wek ?orba nîskê û ji ?ewba berazan xerabtir anîye serê wan.

Çima ku Debrahlee Lorenzana xwe?ik û bedew e, karkirên zilam yên bankê dev ji î? û karê xwe berdane û teva wek garankî dane dû Debrahlee Lorenzana xanim ji bo ku lotikek yan ramûsanekê jê bistînin. Hetta dibêjin karkirên zilam hingî li ber seksîbûna Debrahlee Lorenzana xanim bi xwe xwe? anîne, hindik mabû ku banke li ber avik û girêza devê wan binav bibe û îflas bike.

Midurê bankê dîtiye ku wê Debrahlee Lorenzana tirrê ji karkirên bankê berde û wê wan bike wek hespên fal, rabûye çare di derkirina Debrahlee Lorenzana xanim de dîtiye û ew ji kar avêtiye.

Ango, Debrahlee Lorenzana ji ber xwe?ikbûn û seksîbûna xwe ji kar hatiye dûrxistin û niha ji xwe re li karekî din digere, betal û tiral li nav kolanên Amerîkayê digere.

Dibêjin niha modesazên Parîsê ketine dû Debrahlee Lorenzana xanimê ji bo ku wê bikin mankên û model û taca zêrîn bidin serê wê.

Me jî li ser navê “E?îreta Lotikxane Groûp” pê?niyaza ku bê û di Lotikxanê de bibe “serek mankên” ji Debrahlee Lorenzana xanimê re bir û niha em li benda bersiva wê ne.

Heger xanimê qebûl kir û hat di Lotikxanê de dest bi mankênîyê kir, ji xwe xwedê da xwendevanên me.

Lê binerin qarda?im, hûn jî wek karkirên banka “Cîty Groûp” Lotikxanê li ber girêza devê xwe binav nekin haaaaa….

Amerîka

About The Author