Bavê Qazê û romana Kurdî

Li sert bextê fitne û fesadên Amedê be, dibêjin xalê me Bavê Qazê (pardon,  Bavê Nazê lo)  li Amedê lotikek bêîman avêtiye û xwelî li serê xwe û 101 bavê romannivîsên Kur kiriye.

Dibêjin xalê me bavê Qazê gotiye ku “bi dîn û îman romana Kurdî nîne canim, ma Kurd û roman law” û daye bin dûvê romannivîsên Kurd.

Îcar dibêjin romannivîsên Kurd yên wek Helîm Yûsiv û Lokman Polat rabûne ser tapanan û ha ha tilî avêtine bin dûvê xalê me Bavê Ordekê, gotinên wî rûre? kirine û çewal xistine serê wî.

Lotikvanê qerase Helîm Yûsiv,  ji bo xalê me Bavê Qazê  gotiye:”Kuro dev ji wî tewteweyî berdin, jina min ji min berdayî be ew di ?ikeftan de dijî lo, wî” û gotinên xalê me Bavê Mirî?kê bi pîvazekê hesab nekiriye.

Tew ji xwe Lokman Polatê me wek ciwangeyên arenayên Îspanyayê dîn û har bûye, toz û dûman ji bêvila wî daye der û gotiye:”. Em gotinên wî yên “Beredayî” ji xwendevanan re dihêlin bila ew nîqa? bikin û heqê wî bidin. Lê ez wek bersiv vê bibêjim: Li gor bîr û raya min Bavê Qazê bextê xwe xera dike, romanên Kurdî jî bi qasî yên dinyayê xurt in û êdî em dikarin bibêjin ku romanên Kurdî hene qurban” û mîrkutê xwe li nav serê xalê me Bavê Xezalê daye.

Werhasilî kelam, pi?tî min hevpeyvîna xalê xwe Bavê Leglegê xwend, ez ji nivîskarîyê sar bûm û min dev ji nivîsandina romana Kurdî berda, min go ya herî ba? ez bibim “çîroknivîs” û di devê xalê xwe Bavê Elokê de nebim benî?t.

Yaw  xalo, ez bi qurbana herdu gunikên te yên çermolaqî bûmo, madem romana Kurdî nîne, çima tu romanan dinivîsî û navê romannivîsîyê li xwe dikî babam?  

Law wê kengî Kurd ji hev hez bikin û dev ji zimandirêjî û hesûdîya hev berdin ey hawarrrrrrrrr!?

Roman û romannivîs haaa?

Luro law her nivîsek Lotikxanê bi serê xwe romanek e, ma divê illeh navê me Gorkî û Pû?kîn be ji bo ku em li ber dilê xalê xwe Bavê Silêmanê Dunikil ?îrîn bibin bavê min!? Çiyî Gorkî ji Lokman Polat û Helîm Yûsiv zêdetir e yabo?  Çiyî Pû?kîn, Gogol û Dostoyevskî ji Lale? Qaso, Sofî Xelef û Xaltîka Fatê zêdetir e yabo?  

Ma illeh divê em dûvikên xelkê bin?

Yahewlel welaaaaaaa….!

Amed

About The Author