Ismaîl Umer da bin dûvê Kurdan

Li ser bextê hinek rojnameyên Erebî û rojnama Rûdawê be, dibêjin Sekreterê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûrîyê Ismaîl Umer, lotikek qerase avêtiye û Israîl kiriye dijminê Kurdan.

Rojnama Rûdaw radigihîne ku Ismaîl Umer, bi ?e? telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye:”Bi qasî ku dewleta Israîl dijminê Ereban e, ewqasî jî dijminê Kurda ye, nabe Kurd bi tu awayî têkilîyan li gel Israîlê bikin” û lotikek dûrî Kurdayetîyê avêtiye.

Dibêjin pi?tre Ismaîl efendî wek bayê xezebê daye lotikan, dilê dewleta Sûrî xwe? kiriye û gotiye:”Wek welatîyekî Sûrîyê ez Israîlê dijmin dibînim. Kurd be?ek ji xelkê Sûrîyê ne û dewleta Israîlê parçeyek ji xaka Sûrîyê (Girê Golan) dagîr kiriye. Loma bi qasî ku Golan xaka Ereban e, ewqasî jî xaka Kurdên Sûrîyê ye” filan û jehr û ziqûm.

Di dawîya lotikên xwe de Ismaîl Umer gotiye:”Bi dîn û îman, ez bi serê Be?ar Esed kim, ji bo ku Israîlê xaka Sûrîyê dagîr kiriye, têkilîyên siyasî, darayî û le?kerî li gel Israîlê xeta sor e exûyî” û Kurd û Israîlî kirine dijminên hev.

Îcar hûn dibînin bê hinek Kurdên me çawa xizmeta dewleta Tirkî û Sûrîyê dikin ne wilo gelî xwendevanan?

Ê law ji te re çi dijminatîya Israîlê qurban? Çi mafê te heye tu li ser navê Kurdan biaxivî û Israîlê bikî dijminê Kurdan yabo? Ma Be?ar Esed pir ji Israîlê çêtir û bi namûstir e? Ji me re çi dagîrkirina Girê Golan û ?am û quzê kerê ha? Yan dewleta Sûrîyê Kurdistan dagîr nekiriye û her ti?t ketiye qûna Girê Golanê?

Werhasilî kelam, Ismaîl Umer da bin dûvê Kurdan û Kurd û Israîlî kirin dijminên hev. Îcar wê Be?ar Esed ji bo van gotinên wî çend xelatan bide wî xwedê zane û hûn sax…

Qami?lo

About The Author