Sofî û mela li dijî bîrayê ne

Yekîtîya Alimên Dîn ên ba?ûrê Kurdistanê, bi daxuyanîyek qerase e?kere kirin ku ew li dijî avakirina 3 febrîqeyên bîrayê ne.

Wek tê ragihandin, hewldanek heye ku li Silêmanî û Hewlêrê 3 febrîqeyên bîrayê bên avakirin da ku xort û mêrên Kurd têr bîra vexwin û wek hespên serxwe? bikin hîre hîr.

Li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, heger ev sê febrîqeyên bîrayê vebin, wê rojê 25 hezar lître bîra bê çêkirin û wê Kurdekanji sibê heta êvarî, di ?ûna avê de bîrayê bi ser serê xwe dakin. Lê xuyaye sofî û melayên Kurd bi vexwarina bîrayê aciz bûne û di daxuyanîya xwe de gotine:”Nabe baba, bîra mîra heram e. Vekirina febrîqeyên bîrayê wê xortên me ji rê bibe, wê exlaqê zarokên me bike ?orbe û di welatekî misilman de vekirina febrîqe û bîraxaneyan ne caîz e” û dane bin dûvê bîrayê.

Werhasilî kelam, niha vekirina febrîqeyên bîrayê di navbera Xelo û Celo de maye. Hinek dixwazin ev febrîqe bên vekirin ji bo ku xort têr bîra vexwin û bidin lotik û zîtirkan, lê sofî û melayên me jî li dij derdikevin û dibêjin”wê exlaqê zarokên me bibe wek ?orba nîskê kaka” û li dij derdikevin.  

Îcar hûn çi dibêjin kaka?

Bela bîraxane li ba?ûr bên vekirin yan na?

Bela xortên me têr bîra vexwin û bi xwe de bimîzin yan na?

Hewlêr

 

About The Author