Silav xaltîka Fatê

Navê min Evdila ye, lê carna ji min re dibêjin Evdoyê Keçel jî. Ji ber ku di zaroktîya min de çêlekê serê min alastibû, pirça serê min hew derket û heta îro jî dernakeve.  

Bi kurt û Kurmancî pirsa min ev e xaltîka Fatê:

Ba?çawî?ên hikûmeta Erdogan serok Barzanî dawetî Tirkiyê kirin û gotin “were çayek me vexwe kaka”. Ê helbet serok Barzanî jî qebûl kir û hat Tirkiyê, çay û qehwe bi wan re vexwar. Lê di preskonferansê de Tirkoleran ala Kurdistanê û Iraqê daneliqandin, tenê ala Tirkan hebû. Gelo Tirkan çima ev bêhurmetî kir? Li benda bersima te me ha, bilezîne…..

Evdoyê Keçel

Amed

———-

 

Bersiva xaltîka Fatê

Kuro keçelo, serperitîyo, xwedênehi?to….

Law keçelekî mîna te çima rabe serê xwe bi hatina Barzanî û ala Kurdî re bê?îne kurê kerê!  Serê keçel çi ji serdana Barzanî û çay û qewmê fêhm dike ewladim?

Law  Evdoyê Keçel, Tirkan tifa xwe alast û serok Barzanî dawetî Tirkiyê kir, mecbûr man kesên ku wek “seroke?îr” bi nav dikirin, dawetî koçk û serayên xwe bikin, destên wan bihejînin û ji wan re bêjin “xo?geldin kaka”.

Tirkan hêvî dikir ku serok Barzanî di axavtina xwe de PKK wek terorîst êlan bike û Kurdên bakur û ba?ûr bera hev din. Lê serok Barzanî nehat lîztika wan, negot “PKK terorîst e” û çareserîya pirsa Kurd di rêyên a?tî û demokrasîyê de dît. 

Te go Tirkan di preskonferansê de ala Kurdî daneliqandin?

Law ma ev jî pirs e ya Evdoyê Keçel? Kuro hey kerê min heywanê xwedê, serok Barzanî ji xwe sembola Kurd û Kurdistanê ye, ha ala Kurdî hat daleqandin, ha serok Barzanî wek serokê Kurdistanê li wir sekinî, çi ferq heye kero!? Ê ji xwe Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglû li Hewlêrê têra xwe di bin ala Kurdî û wêneyê Mistefa Barzanî de rûni?tibû, ma ne bes e baba, wî! Ma çavê te lê ye Tirk di malên xwe de jî ala Kurdî daleqînin oxlim, waweylê! Hêdî hêdî kaka, “Piçik bi piçik meriv xwe digihîne ber kûçik” ha Evdooooooo!

About The Author