Mamo dîsa bû serok!

Mamê me Celal Talabanî, di kongreya YNK de cardin bû serok û kursîyê xwe saxlem kir.

Li ser bextê sîxurên Lotikxanê be, dibêjin pi?tî ku mamo dîsa bûye serok, elokên Kurdistan û seranserê Iraqê ketine tirsa canê xwe û biryar dane ku dest bi koçkirinê bikin. Lê dibêjin elokên Iraqê di nava xwe de ne yek deng in û di derbarê penaberîyê de dîtin û ramanên îdeolojîk û siyasî derketine. Piranîya endamên komîta navendî ya Partîya Elokên Iraqê, biryar dane ku kongreya xwe li dar xin û biryara koçberîyê ji kongreyê re bihêlin.

Werhasilî kelam,  mamê me Talabanî dîsa bû serokê YNK.

Em bi navê temamê sîxur, endam û sempatîzanên Lotikxanê yên Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Zaxo, ?eqlawe û Qendîlê, serokatîya mamê xwe pîroz dikin û hêvîdarin wê mamê me bibe serokkomarê Iraqê jî.

Ê de pîroz û bimbarek be kaka ciyan!

Silêmanî

About The Author