Qey la?ê wî jî duxre!

Pi?tî cewrikên dêlegura Asenayê, niha jî la?ê qirdikê Îranê Ehmedînejad duxre û dixwaze bi mahneya Gazze û Filistînê, Israîlê bîne provokasyonan. Ehmedînejadê ku bi wê qama xwe ya kurtik guh nade kesekî û hesabê dewletên dinyayê bi pîvazekê nake, virde wêde lotikan davêje û ji wî weye ku ew Ristemê Zal yan jî Herkul û Îskenderê mezin ê Makedonî ye. Lê xiyaro wî hesabî nake ku wê rojekê wek Saddamo gunikre?an di ser serê xwe re bibîne û qû? lê biqete.  

Werhasil,  li ser bextê çapemenîya Îranê be, dibêjin Ehmedînejad ferman daye ku du  ke?tîyan bi?îne Gazzeyê û bide dû ?opa destbrakê xwe Kasimpa?alî Receb efendî.  Dibêjin xwedêgiravî he?tîyên Îran ji rê ketine û berê xwe dane Gazzeyê, sînorê Israîlê.

Dibêjin Ehmedînejad bi neh telaqan sûnd xwariye ku heta dorpêçkirina Gazzeyê ranebe, ewê ke?tî li dû ke?tîyan bi?îne Gazzeyê û tirrê ji Israîlê berde. Lê sîxurên me yên li Israîlê jî dibêjin ku „wê destbrakên me yên Cihû qûnê li ke?tîyên Îranê biqetînin û ji Tirkan xerabtir bînin serê Îranîyên devre?“.

Ez serê we neê?înim, mesela Gazze û Filistînîyên bêderpî li ser êgir dikele û bero?a ?orbê li ber fûrandinê ye.

Wê bero?a ?orba nîskê di serê kê de birije nizanim, lê ez zanim ku la?ê vî Ehmedînejadî dixure û dixwaze ku hinek ji pa? û pê? de çend lotikan lêxin.

De ma xwedê û ?êx Evdilqadirê Geylanî ku ke?tîyên Îranê bibe sedema teqandina bero?a nîskê û Israîl çend tirrên bergîlkî ji Îranê berde.

Law ma go ne wilo be wê Kurdên rojhilat bigihên mafên xwe babam, wî!

Xwezî bi wê rojê ku Ehmedînejad jî wek Saddam di qulikekê de bê girtin  û ev tirr jê re nemîne û hûn ji min re sax…

Israîl

About The Author