Karagoz lotikek li HAK-PARê xist

Li ser bextê fitne û fesadên gundê Stilîlê be, dibêjin yek ji damezrênerên HAK-PARê we?anger Fettah Karagoz û xanima xwe, lotikek bêîman li partîya xwe HAK-PAR xistine û jê re gotine:Bay baaaaaaay!

Ez serê we bê?înim, dibêjin sedema ku Karagoz  xatir ji HAK-PARê xwestiye ev e ku HAK-PAR lotikek zêdeyî bejna xwe avêtiye Israîlê, helwesta Israîlê ?ermezar kiriye û rûn li ser nanê Kasimpa?alî Receb û Tirkan kiriye. Ji ber vê jî Karagoz gotiye:“ “Politîka HAK-PARê ya van salên dawîn û daxuyaniya Civaka Serokatiya HAK-PARê ya çend roj berê, nî?ana guherînek neyînî ye. Di

bûyera ke?tîyan de “xemgînî” û “?ermezarkirin” du ti?tên ji hev cuda ne. ?ermezarkirina Îsraîlê ne karê HAK-PARê ye qarda?im, zêdeyî bejna wê ye. Ev manevrayên HAK-PARê yên dawîn ne li gora berjewendiyên gelê Kurd in û tên wateya rûsipîkirina dewleta Tirk. Loma, ez û hevjîna xwe Vecîde Karagoz ji HAK-PARê îstîfa dikin, êdî bes e” û tilîyek avêtiye bin dûvê siyaseta HAK-PARê.

Birastî ez jî meraq dikim cîgerlerim, gelo sedem çi ye ku HAK-PAR rabe dijminatîya Israîlê bike û Tirkan rûsipî derxe ka hûn nabêjin? 

Yaw ji we re çi ?ermezarkirina Israîlê sayin generalên HAK-PARê? 

De xem nake lo, cîhgirê serokê AKP Bulent Arinc berî niha silavek dabû heyeta HAK-PARê û ew qebûlî vexwarina çayekê kiribûn, ê helbet wê HAK-PAR jî wefakar be û Israîlê ?ermezar bike canim, ma ti?tekî bê hesab û kîtab heye, wî!

Mêrdîn

About The Author