Kurdê Zîrek

                                                                         Diyarî ji bo Idrîsê hêja!…

Yekî Kurd, yekî Gurcî, yekî Ermenî û yekî Fariz tên ba hev û sohbet dikin. Dest bi pesindan û quretiyan dikin,.

Ê Gurcî dibê:

Bila kes pesnê xwe nede û quretiyan neke ji me pê ve heyra. Netewa me neteweke bijarte ye û tu netew nikare xwe bigihîne me…

Ê Ermenî dibê:

Errriiiiikkkkk! Tu çawa wiha dibê kuro. Ermenî neteweke pîrozwer e û bi telaq kes ne barê me ye. Em neteweke qedîm in û dîroka me berî dîroka hemû pêxember û nepêxemberan e…

Ê Fariz xwe ji ciyê xwe hilor dike û dibê:

Ez bikutim we û dîroka we û taybetmendiyên we oxlimên min. Hûn hemû vir û derewan dikin. Fariz maqûl û efendiyê hemû netewan e. Heger hûn bawer jî nakin fermo…

Ê Kurd ji nîqa?a wan aciz dibe û di ber xwe de dike ufeuf û dibê:

Ez ê di qralê we nim ha! Min ji dîn û îmanê dernexin û rûnên li ser dêlên xwe… Ciyê ku em lê, hûn kî ne û hûn çi ne, hey min di çiçikê diya we niyhano!… Heger ne vir û derew in ka ji min re bêjin çî we bi navûdeng e?

Ê Ermenî bi awayekî bi xwe bawer dibê:

Çiyayên me bilind û bi dar û ber in. Zozanên me mîna bûkan xemilîne û tê de diçêrin pez û dewar. Xwedê Teala zimanek daye me, stranên me diherikin mîna çem û kaniyan…

Ê Fariz dibê:

?hiiii! Ma ew jî mesele ye lo. Her xalîçeyeke me berberî seranserî welatê we ye. Qey we navûdengê xalîçeyên Farizan nebihîstine! Tewww lo, hûn jî dibên ?ênkayî, gelî, zinar û nizanim çiya, zozan û ziman û stran û rêxa dah?ê û nav ligên kerê… Were binêrin li wan xalîçeyên bêpîvan û delal…

Ê Gurcî bi kenekî qerfok û bi pozbilindî dibê:

Erê canim, we hê ti?t nedine. We hê xwe?î û bedewî nedîne. We hê taybetmendiyên bi nex? û xemilî nedîne. Welleh we billeh Xwedê Teala xwe?ikahî û bedewiyek rijandiye bi ser keçikên me de, nayê gotin. Îcar hûn jî rabûnin pesnê xwe û netewên xwe didin… De rabin herin qûnên xwe li avê xin lo, qe?merên heram!…

Deng ji Kurdo dernakeve. Hersê barûtên din bi hev re li hêla wî dinêrin û bi hev re dibêjin:

Ê birêz Kurdo çî we heye, hihi?

Kurdo zimanê xwe bi dora devê xwe dixe û bi awayekî mizawirî dibê:

Welle ez nizanim ez ê çawa ji we re rave bikim. Lê ez vê bêjim; Em li nav ?ênkayî û gul û kulîlkên Ermenîstanê û li ser xalîçên Farizan dikutin keçikên Gurciyan…

Mêrdîn

About The Author