Prensesa me jî gîha miradê xwe

Prensesa me, ango prensesa Swêdê Vîctorîa, bi mamosteyê xwe yê fîtnesê Danîel Westlîng re zewicî û bi miradê xwe ?a bû.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stockholmê be, dibêjin Vîctorîa me çend salan çavê xwe li xiyarekî Kurd gerand ku pê re bizewice, lê gava dît ku tu xêr ji lotikvanên Kurd dernakeve, rabû hefsar xist stuyê Danîel Westlîng û ji xwe re xelas bû.

Birastî ewqas xortên Kurd li Swêdê hene, law ma kesî nikarîbû nivi?t yan devgirêdanek ji Vîctorîa re çêkira û pê re bizewicîya baba? Law her xalê we Cemîlê Çargurçik yextîyar bûye û ez hew bi kêrî lotikan têm, ma hûn mirîbûn xortino?

Axxxxxxx law go ez li ser kemla xwe bûma, bi dîn û îman minê bikira go Kurd bibin zavayê mîr û pa?ayên Swêdê. Lê çavên felekê kor bin, ne xêr di min de maye û ne jî xortên me bi kêrî pîvazekê tên.

Ay felekê te çima li min wa kiiiiiiir…..

Swêd

About The Author