Xalê me Temer derket nêçîrê

Hûn zanin, walîyê Duhokê xalê me Temer Remezan ji fûtbolê pir hez dike. Mirîyê fûtbolê ye. Bi serê min û we, Temerê me kare kerîyek pez bike bi qurbana golekê ellawekl.

Werhasil…

Li ser bextî fitne û fesadên parêzgeha Duhokê be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, dibêjin xalê me Temer Remezan çûye Alamanya û wê ji Alamanya jî ji bo tema?ekirina fûtbolê biçe Afrîka Ba?ûr .

Dîsa li ser bextê fitne û gendelên bajarê Duhokê be, dibêjin herweha xalê me Temer Remezan li Alamanya xanîyek bi xxx milyon dolar kirîye û pi?tî hilbijartinên parêzgehan, wê xalê me Temer bi temametî li Alamanya bi cîh bibe.   

Ji me derew, lê dibêjin xalê me Temer ji walîtîya Duhokê pir aciz bûye û êdî hew dixwaze wek walî bê hilbijartin (meha 10). Ji ber vê jî, xanîyek qerase li Alamanya kirîye û wê êdî li Alamanya û Ewrûpayê bixwe, vexwe û li kêfa xwe binere.

Werhasilî kelam, xalê me Temer jî dibe Ewrûpî baba, li ser xêrê be û xwedê 70 horîyan bike qismetê wî rebbî…

Haaaaa, tîma Hollanda vê carê qezenc kir, çavê xalê me Temer ronî be…

Duhok

About The Author