Mîzah, Rastî û Heqî

Gelî Lotikxanevanan. Lotikxanê ji bo Kurdîtiyê û zimanê Kurdî xwe çirand lê dengê xwe ne bir tu kesî. Heta car caran ji bo Kurd jî bibin yek ji neteweyê modern û rojavayî Lotikxane û nivîskarên wê hema li ser rûyê dinyayê çi dîtin rût kirin û berdan nav Gulîstana Lotikxanê!

Em ba? dizanin ku kêfa hermet û camêrên lotikvan gelekî ji van nivîs û wêneyên ku nivîs xemilandine re hatiye. Lê çaxê hûn li ser wan dîmen û nivîsan radibin zîtirk û tapanan, bi nermik û germikan keserekê diki?înin, em li quncikê xwe bi derdê dinyayê û jiyanê re mijûl in.
Yanî nabe ku hûn bêjin; bero?ê deynin ser êgir, bipijînin û sifrê jî li ber me raxin.
Hin kul û gazinên me jî hene. Em ji xwendevanên ku bi kêf û e?q vê malpera qerfî û lixwemikûrhatina hest û ramanên kurdewar dire?îne di?opînin ti?tekî tenê dixwazin.
Niha dîsa ?er û pevçûn bûye mijara sereke. Lotikxane jî ji neçarî vê mijara rojevê ku bandorê li derûniya me hemûyan dike derdixe pê?. Û ev jî ne mijareke qerfî û mîzahî ye. Û ji kerema xwe hûn jî madê xwe tir?o mir?o nekin. Helwesta xwe nî?an bidin û ji kêfa xwe ya jiyanê jî ti?tekî winda nekin. Guneh ne gunehê me ye û yên sûcdar jî ne em in.
Ger we heta niha guh bida qêrîn û gaziyên li ser ziman, çand, huner û dîroka xwe ev nedihat serê we. Û jiyana ku me bi germik û nermikên Lotikxanê bi kêf û ?ahî berdewam dikir li me heram nedibû. Lê heyf û mixabin ku van rojan dîsa mij û dûmaneke demdemî li ser hêvî û daxwazên me peyda bû. Wek kurdekî ji rêzê divê em ji niha û ?ûnde ?ûrê xwe tûjtir bikin û bikin wek cûzan.
Lê ne ji bo herikandina xwînê, ji bo nif?ekî ku bikaribe bi fikr û ramanên xwe, xwe ji nû ve biafirîne û destûrê nede destdirêjiya mafan. Ji ber vê jî divê em hemû hewldanên xwe ji bo pê?erojeke ronahî, rew?enbirî, hunerî, çandî û civakî bikin.
Lotikxane dibe ku malpereke qerfî be, lê bawer bikin kesên pir hêja têde hene. Ew xwe ji qîrêjiya siyasetê dûr dikin û bi rastî û heqiya peyamên xwe yên ji dil û can derdikevin hemberî we. Êdî em jî dibêjin rastî jî heye, heqî jî heye. Ba? bifikirin û kîjan ji we re lazim be wê hilbijêrin. Dibe ku rastiya heyî bi gelek kesan xwe? were, lê rêya heqiyê tenê di rastiya heyî de derbas nabe.

About The Author