Gêlas / Qeresî

ASPÎRÎNA XWERISTÊ

PRUNUS  AVÎUM

Gêlas riwakek (nebat) darane ji malbata gulan tê hesibandin. Bejna wê bi tîrane heta 15 m an bilind dibe. Qa?ilê dara wê hilû ye (?emitok)  û 60- 70 salan dijî . Kulîlkên wê berî belgên wê dibi?kivin. Belgên wê kesk, kulîlkên wê spî û çend heb bi hevre ne. Dema ew kulîlka 5 pelî diwe?e, ?ûna xwe jibo fêkîyek berê kesk, pêre rengên wan tên guhertin sor û zer dihêle.  Yên kiremî û spî jî hene. Ew fêqî di?ibe dil’an an jî girovir in. Fêqîyek biçûk û tam?irîn e. Di nava wê fêqîyê de dindikek heye . Gelek cûreyên gêlasan hene, lê yên herî navdar cûreyên “Napolyon”in.  Gêlas ne tenê fêqî, her waha riwakek pel, qa?ilê dar, ?îrêz, reh, kulîlk, dindik û dûxikê fêqîya wê jibo derman, çayê, kereste hem di malan de hem jî di sanaîyên derman û yên din de tên xebitandin.

Qelûnên herî ba?, mobîlyên herî kalîte ji dara gêlasê çêdibin. ?îrêza wê di sanaîya ?ewqe û cilan de jibo pevre zeliqandinê tê bikaranîn. Qa?ilê dar, reh, kulîlk, fêqî û dûxikê fêqî, jibo tedawîyan tê xebitandin.

Welat û dîrok: Welatê gêlasê bakurê Anatolîyê, ba?ûr û bakûrê Qafqasan û Îran e. Ji wan deveran derbasî welatên din bûye. Tê gotin ku 64 sal berî zayînê (mîlad) Yewnanan bi xwe re birine Ewropa. Hinek jî dibêjin” Serle?kerê Romayî Lukullus berî zayînê bi 71 salan bi xwe re biriye Ewropa. Pa?ê Ewropîyan bi xwe re birine welatên din û Emerîka.

Berhevkirin: Dema pel û kulîlk vedibin tên berhev kirin û di sîberê de tên hi?kkirin. Qa?ilê darê jî dema fêqî digehe tên hi?kkirin. Dema hûn gêlasê dixwin dûxikên wan nehavêjin. Wan dûxikan li sîberê hi?k bikin, di nava firaqên cam de piparêzin û li gor hewcedarîyê jibo çayê bixebitînin. Fêqîya gêlasê hûn dikarin hi?k kin, bikin rêçal û komposto û wusa biparêzin.

Têdahîyên gêlasê: Cûreyên karbonhîtratan, Atîoksîyan, Fosfor, Potasyûm, Sodyûm, Kirêç, Çînko, Magnêzyûm, Hesin, ?ekir, Asîtên organîk, Asîta kinîk vîtamîn A, B, C, E û hwd.

Bikêrhatîyên gêlasê1- Ê?bir e, 20 libên wê ji  aspirînekê zîdetir bandorê nî?an dide. 2- Xwînê paqij û rohn dike. 3- Sefra û mêlakê paqij dike. 4- Dibe alîkarê madeyên xisardar yên gurçikan. 5- Hezmê hêsan dike û qebizê ji holê radike. 6- Jibo nexw?îyên rovik û rêyên avrêjê gellek bi fayde ye û jibo nexw?îyên kezebê ?ifadar e. 7- Edav (kirmî) kul û brînên a?ikê paqij dike. 8- Xîzên (qûm) di nava rêyên masenê de  tavêje der. 9- Stresê hiltîne. 10- Jibo bawîbûn, hi?kbûn û ki?ilgirtina jîy û rehan pir bi fayde ye 11-  Di demên menopozma de (ketina kincan) pir bi fayde ye. 12- Çerm paqij dike û pirzikên baliqbûnê hiltîne. 13- Zindetîyê dide bedenê, sefrayê diqulipîne, pê?îya pirzikan digire.

Bikêrhatîyên dûxîkên gêlasê :  1- Sancîyên (qolincên) ketina kincan ji holê radike. 2- Bi taybet dermanê enfeksîyonên rêyên avrêjê ye. 3-Destavê diqulipîne. 3- Peçivînan (werimîn) ji holê radike. 4- Sîqala (eyara) ava bedenê pêk tîne. 5-Bedenê hêzdar dike. 6-Qebizbûnê hiltîne.

Qa?ilê wê: Îshalê dibire, sabxûr (qebiz) ê çêdike, agir dadixe.

Kulîlkên wê: Qefesa sing nerm dike û kuxikê dibire, jibo zekem û persîvê ba? e.

Pelên wê: Nermker e (muhsîlê çêdike).

Gotinên bisporan di derbarê gêlasê de: Prof. Dr.Turhan Karadenîz yê Ûnîversîteya Orduyê  Fakulta Zirietê  Be?ê Riwakên Baxçeyan dibêje : “ Gêlas stresê ji holê radike, jibo demên monopozê bi fayde ye. Di gêlasê de madeyên karbonhîdratan, pektîn, asîên organîk, vîtamîn B, A, C hene. Gêlas jibo nexw?îyên a?ik, rovik û rêyên avrêjê gellek bi fayde ye û jibo nexwe?îyên mêlakê jî ?ifadar e. Gêlas xwînê rohn û paqij dike. Kezebê (mêlak- cergê re?)  û sefrayê paqij dike. Dibe alîkarê avêtina madeyên xisardar yên nava gurçikan. Hezmê hêsan dike, qebizbûnê hiltîne, heke bi zikê birçî bê xwarin jar (lewaz-zeif ) dike. Gêlas kul,  birîn, edav û qûnêrên a?ikê paqij dike, sefrayê sererast, jiy û rehan hêzdar dike”.

Bispor û lêkolîner dibêjin:  “Ji alîyê ê?birîyê de bandora wê ji ya aspirînê zêdetir e. Niha li ser tê xebitandin ku aspirîna wê çêbikin. Gêlas wê bandorê ji madeya kimyayî ya bi navê “Antosîyayîn” pêk tîne. Di nava gêlasê de 12- 25 mg  antosîyayîn peyda dibe û bandora wê madeyê 10 caran ji ya aspirînê zêdtir e. Xwarina 20 gêlasan henkuf (bedela-hevser) ê aspirînekê ye. Herwaha ev madeya  antosîyayîn wek vîtamîn “ E û C “ bandorek antî oksîdan jî heye. Heke ava wê li çerm ( rû) bê xistin wê leke û pirzikên baliqbûnê  jê bibe”.

Bisporê tedawîyên riwekan (nebatan) Maurîce Messeguê dibêje: “ Ji hemi ti?tên gêlasê fayde tê girtin. Ji ber taybetîya xwe ya destavqulipandinê, dostê gurçikan e. Beden ji madeyên jahrîdar paqij dike. Ji ber ku di bedenê de avêtina asîda urîk û xweyên ûrat pêk tîne,  jibo tedawîyên bawîbûn, nexwe?îya gut, ki?ilgirtin, hi?kbûnên jîy reh, kezî û movikan tê bikaranîn. Ji ber hewandina “asîta kinik” pê?îya çêbûna kevir û xîzan digire. Heke hebin jî, di pêvajoyê de tavêje der. Ji ber ku ava di bedenê de civîyayî tavêje der, dibe alîkarê kîlodayînê. Ji ber hewandina fosforê jîy û rehan hêzdar dike”.

Bikaranîn: 1– Çaya dûxikên gêlasê. 2- Banyoya dest û pîyan. 3- Banyoya bedenê. 4- Çaya kulîlkên gêlasê.5- Çaya belg û qa?ilên gêlasê 6- Kûra dûxikên gêlasê 7- Xwarin û paste.

1-     Çaya dûxikên gêlasê :  Kulmek (bi qasî 40-50 lib) dûxikên gêlasê bikin firaqekê, lîtreyek ava sar berdin ser. Bila 30 deqîqan di wê avê de bimîne. Pa?ê danin ser êgir, bila 5 deqîqan bikele û 30 deqîqan jî di demê de bihêlin, rojê 3-4 caran qedehek çayê jê vexwin. Heke hûn wê çayê bi zikê birsî 2 hefteyan li pey hev pêk bînin, hûnê ji peçivîn û edavên gurçikan, ê?ên ketina kincan, arê?eyên rêyên avrêjê bifilitin.

2-    Banyoya dest û pîyan : Hûn dikarin dest û pîyên xwe 20 deqîqan  bikin wê çayê û banyoya xwe pê bikin.

3-    Banyo jibo xwe?ikbûn û rehetkirina bedenê : 250- 300 libên dûxikên gêlasan, 20 gr darçîna qa?il, 5 gr ixlemûr bikin nav firaqekê, 3 lître avê berdin ser, 10 deqîqan bikelînin, seetêkê di demê de bihêlin û pa?ê xwe pê bi?ûn. Her waha hûn dikarin bi wê avê banyoya pîyan jî bikin.

4-    Çaya kulîlkên gêlasan: 2 kevçîyên qahwê kulîlkan bikin nav qedehek avê û ava kelandî berdin ser, bila 5 deqîqan di demê de bimîne û vexwin.

5-    Her bi vî avayî hûn di?ên çaya belg û qa?ilên  gêlasên hi?k jî bikin çayê, lê heke  qa?il û belg ter bin, berê nîv seetê di ava sar de bihêlin 5 deqîqan bikelînin, 5 deqîqan di demê de bihêlin û vexwin.

6-    Kûra dûxikên gêlasan  jibo kîlo dayînê : Qedehek çayê dûxikên gêlasan bikin firaqekê, 6 qedehên ava sar berdin ser û 12 seetan di wê avê de bihêlin. Pa?ê15 deqîqan bikelînin, 30 deqîqan di demê de bihêlin û 14 rojan li pey hev spêdê seet 10  û nîvro seet 15, hingorî seet 21 an de qedehek çayê jê vexwin.

7-     Xwarin û paste : Ji gêlasan gelek cûreyên konposto, paste, kek, kokteîl, lîkor û hwd çêdibin.

About The Author