Jinên Ereb tirr ji xortên Kurd berdane

 

Ev du sal bûn min serdana Almanya nekiribû, min nizanîbû di nav Kurdên welatê minî duyem de çi diqewime û behsa çi tê kirin. Min hinek axaftinên ecêb ji wan bihîstin. Hinekan digot rast e li Kurdistanê pere zêde ne, lê em venagerin Kurdistanê, êdî me jinên Ereb anîne û emê herin mala xezûrê xwe. Dema tu ji wan dipirse çima we jinên Ereb anîne, dibêjin taqeta me nîne em jinên Kurd bînin.

Niha hejmarek zêde ya xortên Kurd li Ewrûpa berê xwe didin Bakurê Efrîqa û li gel jinên Efrîqî dizewicin. Bi baweriya wan, jinên bakurê Efrîqa ji jinên Kurd ba?tir in û bi taybetî ku perên kêm li ser guheztina wan tên mesref kirin û dê û bavên wan daxwaza mehr û zêrên pir nakin. Jinên wan jî ji jinên Kurd bêtir xizmeta mêran dikin û di nav nivînan de jî germ û gurtir in, piraniya wan zimanê Fransî dizanin û kultura Fransî bandor li ser wan kiriye, giringiyê nadin wê yekê ku zarokên wan bi Kurdî bizanin yan na, bi axaftina wan be: Zarokên Kurdan pir in, li welat li her taxekê sedan zarok li kolanan dilîzin.

Hevalekî ku nû jineke Mexrîbî `Ji Fasê` aniye digot, bavo bi xwarina `Kuskus`an dewlemend bûme! Wek ku li Kurdistanê qirîza savarê hebe. Erê ma kes bi qasî Kurdan savarê dixwe, lê cudahî di wê yekê de ye ku Kurdan navekî wek `Kuskus` li savarê nekirine.

Heta vir jî ti pirsgirêka me tune, xelk azad in çawa û li gel kê dizewicin. Herdem, li gel wê yekê me ku xelk azad bin û bikarin bi azadî biryara jiyana xwe bidin. Lê bi mercê ku sînorên kesên din derbas nekin, lê hevalên ku malên xezûrên wan Mexrîbî, Tûnisî û Cezayirî ne, rexneyên tund li jina Kurd digrin û bi baweriya wan jinên Kurd nazikî û giraniyan dikin, nirxê wan giran e û gelek pere li ser anîna wan bo Ewrûpa tên xerckirin, wek jinên Ereb jî nikarin xizmeta mêran bikin. Lê wan hema carekê jî pirsiyar ji xwe nekirine ewa ku ji jinek biyanî re dikin, ji jinek Kurd re jî dikin? Bê guman na. Pêtiriya mêrên Kurd li Ewrûpa rêz li hemû jinan tînin ji bilî jina Kurd. Hemû ti?tî ji jinên biyanî re dikin, lê ger jinên wan Kurd bin, çaverê dikin tenê ew xizmeta wan bikin.

Li Kurdistanê jî heman çîrok e, mêrên Kurd ên ku bi jinên Ereb ?a? dimînin pir in, herwiha hinek ji wan bi awayekî dizî û nehênî jineke Ereb mehr dikin. Mijar wiha lê hatiye ku jinên Ereb cihê jinên Kurd digrin, wek ku çawa Ereban di warê çandî, olî û siyasî de jî ew dagîr kirine. Êdî tên ku kurên me jî dagîr bikin.

Jinên Ereb ji asiman nehatine xwarê û ne wek jinên Kurd jî xwe?ik in. Lê jinên Ereb di nav nivînan de azadtir in û dikarin bi kuskus û kuskus zik û binzikê mêrên xwe têr bikin, loma taqeta hinek mêrên Kurd nîne ku jinên Kurd bînin.

*Kuskus, xwarinek navdar e li seranserê welatên Mexrîba Erebî, wek Fas, Cezayir, Lîbya. Hinek nî?anên seksî jî di navê vê xwarinê de hene, ji ber nêzîkîbûna navê xwarinê li gel navê alava zayendî ya mê, jinan.

Rûdaw

About The Author