Çima kes behsa cîgerim Adanalî nake babam?

Birastî destê kê di bêrîka kê de ye ne kif? e. Mesela me bûye wek ?orba kelandî, ter û hi?t bi hevre têde dikelin.

Rojnama Taraf, vê carê jî belgenameyek ku ji îstîxbarata eskerî bi dest xistiye we?and û lotikek bêîman li Alî Haydar Kaytan xist.

Li gora ku rojnama Taraf radigihîne, xwedêgiravî Alî Haydar Kaytan endamê Ergenekonê ye û ji ber vê jî 15 rojan ji alî hevalên xwe ve hatiye girtin, lê serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan ew daye berdan.

Wek hûn jî zanin, berî niha cîgerim Osman Ocalan  lotikek qerase li Mûstafa Karasû xistibû û gotibû:”Bi ?e? telaqên jinberdanê ew endamê Ergenekonê ye” û dabû bin dûvê Karasû. Lê ya ecêb û balkê? ev e ku tukes xwe nêzîkî “Midur” Dûran Kalkan ê Adanalî nake, ne ji qenc ne ji xerab navê wî nayne ser zimanê xwe.

Çima ma Dûran Kalkan ji Ey?ika Ereb e kes behsa wî naka babam? Carekê jî bêjin Dûran abê jî endamê filan û bêvan dezgehê ye ma dinya xera nabe, wî!

Îcar ez meraq dikim û ji we dipirsim gelî lotikvanan:

Gelo di nava PKK de kî ne endamê Ergenekonê ye?

Heçê tê derxe ezê dest û lingên wî ramîsim.

Mexmûr

About The Author