Mamê me Yildirim îman li herdu alîyan çikand

Mamê me Huseyîn Yildirim, hevpeyvînek qerase da Ajansa Nûçeyên Cîhan, Abdullah Ocalan û Kesîre Ocalan dan ber lotikên bêîman. Huseyîn Yildirim ku demekê parêzerê PKK û kadroyek qerase bû, pi?tî ku ji PKK qetiyabû, çend cara raserî lotikên PKK hatibû û hetta hatibû brîndarkirin jî.

Mamê me Huseyîn Yildirim, di hevpeyvîna xwe de ti?tên balkê? dibêje û bi taybet pirsgirêkên navbera Kesîre xanim û A,Ocalan tîne zimên.

Meselen dibêje:“Kesîre têkilîyên Apo yên tarî û kûr ke?if kir û veqetandin ji vir dest pê kir“ û lotikek bêîman li serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan dixe, îmana wî teneke dike.

Mamê me Huseyîn Yildirim, bi ?e? telaqan sûnd dixwe ku Îmralî li dijî rêdana demokratîk û çareserkirina pirsa Kurd e, tu e?qa Kurdayetîyê bi Ocalan re tunene û ji xwe pêve xema kesekî din naxwe.

Yildirim dibêje ku “Kesîre Ocalan ne ajan bû, ji Ocalan jêhatîtir û zanatir bû, karîbû Ocalan ji bêrîka xwe derxe, lê pi?tî têkiliyên wî yên bi dewleta kûr re dît, xwe da alî û li mala xwe rûni?t. Kesîre dixwest polîtîka PKK eynen bime?îne, di hedefa wê de tenê Ocalan hebû, dixwest Ocalan biçe û ew bibe serek lotikvan” filan û fîstan.

Huseyîn Yildirim, dibêje ku destê Kesîre Ocalan di xwîna gellek Kurdan de heye û kujtina Çetîn Gongor jî yek ji wan e, wê Çetîn Gongur û gellekên din dane kujtin.

Lê mamê me Yildirim dibêje ku “sirra di navbera Kesîre û Ocalan de hê jî nehatiye e?kerekirin, kes nizane çima Kesîre bêdeng e û rastîyan nabêje, yan wê û Ocalan bi rêya Mîhrî Bell li hev kiriye, yan jî dewleta kûr ew bêdeng kiriye û malbata wê bi kujtinê tehdît kiriye” filan û xeftan.

Lê di her halûkarê de mamê me Yildirim sûnd dixwe û dibêje:”Bi sê telaqên jinberdanê, heger Kesîre biaxive wê A.Ocalan top bavêje û wê qîmetê wî di nav Kurdan re bibe pênc pere. Çunkî Kesîre her ti?tî dizane, zane bê Ocalan çi ye û çi kiriye” filan û bêvan.

Huseyîn Yildirim, herweha dibêje ku “Min bi xwe ji devê Kesîre bihîstiye. Kesîre digot ez bi ?ivanekî re dizewicîm lê bi Ocalan re ne dizewicîm. Lê hevalan ez mecbûr kirim. Ji xwe zewaca wan ne li ser e?q û evînê bû, zerwacek zorakî bû” û îmana herdu alîyan teneke dike.

Werhasilî kelam, mamê me Yildirim bi Tewrat, Incîl, Zebûr, Quran û Mishefa Re? sûnd dixwe ku ger Kesîre biaxive, wê dinya serûbinê hev bibe. Lê dibêje xanimê pasaporta Swêdî di bêrîka wê de ye, geh li Ingîltere, geh li Hollanda ye, ji xwe re têra xwe ge?t û seyranê dike. Yildirim dibêje ku Kesîre bala wî ki?andiye ser Ocalan û gotiye:”Bela xwe tê nede, wê hêzên ku ew pêve girêdayî ye tirrê ji te berdin ha” û bal ki?andiye ser têkiliyên Ocalan û dezgehên tarî.

Ez serê we neê?înim, her ti?t li ser bextê mamê me Huseyîn Yildirim be qarda?im. Ê me bixwe ji me derew.

http://www.cihan.com.tr/cihanhaber/mainAction.action#;

http://www.nasname.com/tr/7170.html

About The Author