QEWILBÊJ Û YEXTÎYAR

Di adetên ola Êzdayetîyê de dema kesek dimire, jê re roja xêra mirî ( roja tazîyê)

Pêk tînin. Di wê rojê de  xwarina mirî tê dayîn û qewilbê? jî ji wan re qewilan dibêje.

Qewilbêj derdikeve ser cihekî bilind û kesekî ( hewceye yan ?êx an jî kesek gelek temendirêj (Yextîyar) be dide henberê xwe, bi kesatîya wî ?êxî an jî Yextîyarî xîtabî civatê dike.

Wezîfa ?êx û îhtîyarî bi tenê carûbaran gotina „belêêêêêêêêêêêêêêêê „ye.

Dema ?êx an Yextîyar dibêje belêêêêêêêê, qewilbêj dibêje : Belêya te li dinê, Xwedê û melekil Tawis ji te û cemeatê razî be; li vê dinê û wê dinê, we ji belayê bistirîne. Bereketa ?êx Hadî li ser te û haziran beeeee.

Di qewilan de qala Xwedê, avakirina dinyayê, afirandina melekan, hebûna tavê, stêrkan, hîvê , çêbûna Adem, tûfana Nuh, Silêman pêxember û ûsûl û qaîdeyên ola Êzdayetî, qencî û têkilîyên civakan û her wekî din tên gotin.

Rojekê xwarina mirî didin . Xortek wek qewilbêj derdikeve cihekîbilind û Yextîyarek 75-80 salî dide hemberê xwe û dest bi qewilan dike.

Xortê qewilbêj  dide nav viran û diçirîne hey diçirîne.

Yê Yextîyar jî carnan bêyî dilê xwe dibêje“ belêêêêêêêêêê!

Xortê qewilbêj : Belêya te li dinê ! Xwedê û Melekil Tawus te û cemeetê biparêze û ji belayê bistirîne, bereketa ?êx Hadî  li ser te û hazian beeee.

Û dîsa dest bi direwan dike, diçirîne hey diçirîne û dibêje :?êh Hadî hat bi hêstira barê xwê. Bi quweta qudretê, hêstir ji qûna derzîyê derbas kir her bi barê xwê…….

Yextîyar ?ûna ku bibêje belêêêêêê dibêje : Ya sitaaaaar, ya sitaaaar, ya sitaaaar !

Ker di dîya direwînan e…….!

About The Author