P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

KERCOSÎ JIBO ?ÊLIMÊ GUHÊ KERÊ GEZ DIKIN


Bavê Ronahî

Dibêjin “Bavê Jîndar li ser ?êlim ê lêkolîn kiriye” û gotîye : “ Welatê ?êlimê Bakurê Ewropa û Rûsya” ye . Lê Kercosîyan ew lêkolîn qebûl nekirine û li dij derketîne. Bi dij derketinê nemane, jibo bavê Jîndar bi telefon û emaîl’an protesto ?andine û gotine: “ Welatê ?êlimê Kercos e.Di dinê de çi kes bi qasî Kercosîyan ?êliman hez nake, naxwe û naçîne” û Bavê Jîndar bi wê Kurdîya xwe ya zelal dane ber lotikên Kercoskî.

Yek ji Kercosîyan ji bo îspat bike ku welatê ?êlim ê Kercos e,  ji Bavê Jîndar re eynen weha gotîye:” Yê Kercosî dema bi kerê xwe li rex zevîya ?êliman derbas dibe, kerê wî devê xwe tavêje ?êlimek qerase û dikirîne (dixwe). Lê xwedîyê kerê tehemûlê nake ku ker ?êlimê bixwe, ji bo ku ?êlimê ji kerê bistîne û ew bi xwe wê ?êlimê bixwe,  guhê kerê gez dike. Heke welatê ?êlimê ne Kercos ba û Kercosîyan ji ?êlimê hinde hez nekiribana, ma guhê kerê gez dikirin? Ma bakurê Ewropa û Rûsya dikarin jibo ?êlimê guhê kerê gez bikin? Kîjan dever jibo ?êlimê guhê kerê gez dike baba!” û rastîya koka ?êlimê daye zanîn.

Werhasilî kelam, welatê ?êlimê Kercosê ye gelî xwendevanan. Heger hûn bawer nakin, herin bipirsin û bi çavên serê xwe bibînin. Bibînin bê Kercosî çawa jibo ?êlimê guhê kerên xwe gez dikin û hûn sax…

Ev nivîs 474 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “KERCOSÎ JIBO ?ÊLIMÊ GUHÊ KERÊ GEZ DIKIN”

  1. Ez baver dikim,Kercose walete ?elim e.ez zanim ç?ka xxwue?e ?elime tuj,waxte te kelandin, behne ?elim bi bajer dikewe.

Şirove bike