KE?TÎYA MARMARAYÊ Û ONE M?NUTE

 —Elooo

—Serokwezîrtîya Îsraîl keremke

—?ev ba?

—?ev ba?

—Ez Recep. Ka ji kerema xwe re min bi Netenyahû ve girê bidin cîgerim.

—Min hûn nas nekirin ezbenî

—Recep lan, Recep Teyyîp

—Biborin. Ez Recep Teyyîp Erdogan, serokwezîrê Tirkîyê. Ji kerema xwe re telefonê bidin destebirakê min  Netenyahû.

—Jixwe tu pêve girêdayî yî

—Te got çi?

—Deqîqeyek ezbenî.

Di vê navê re dengê zengilê telefonek din tê:

—Zirt, zirrrrtttt, ziiirrrtekî Emerîqanîîîîî.

—One minute birêz Recep

—Hah! Erê erê one minute.

Bihîstok ji ofîsa Netenyahû qut dibe, Mosad dikeve dewrê

—Kerem bike ezbenî me hûn sekinandin.

—Min got ez Receb im. Serokwezîrê Tirkîyê

—Te çi divê birêz serokhevîr?

—Min divê ez bi birêz Netenyahû re biaxivim lo.

—Mijar çi bû ez benî? Birêz serokwezîrê min ne mûsaît e. Hûn dikarin deqîqeyekê bisekinin. One minute plase.

—Belê. Ez li benda wî me.

R.T.E li hêvîya bihîstokê ye û bi Bûlent Arinç re diaxive. Mossat temamê axavtina wan di?opîne.

B. Arinç:

—Çi bû Teyyîp?

—Welleh ez nizanim. Ti?tek qewimîye lê min fêm nekir.

—Çi qewimîye oxlim?.

—Nizanim. Ti carî ez evqasî nesekinandime.

—Kuro welleh min ji te re got lê te bi ya min nekir.

—Min çi kiriye? Me çawa qewlê xwe kiribe, min ew kir.

—Na Recep, tu zehf  pê? de çûyî. Hingî min got te; atma recep din karde?iyiz lê serê te germ bûbû û tu pê de çûyî.

—Bulent, ma Barak Huseyîn jî negot, divê tu welê bikî Erebên qûnre? hemû berê xwe bidin te.

—Ya bê xêr

—Na ne bê xêr, bi xêr.

—Çi ferq heye? Hemû yek tîp diguhere.

—Kuro te nedît ji bo TRT 6’ê çi anîn serê me! Naxwe kêr û kîr yek e?

Deng ji telefonê tê:

Birêz serokwezîr one minute. Ez te bi birêz Netenyahû ve girêdidim cîgerim.

—Bila ka min girêde

—Elooûû

—Birêz serokwezîr ?ev ba?.

—Ka bêje Recep

—Hee he; Birêz Netenyahû ez çawa bûm? Te ez di TV’en cîhanê de ?opandim ne?

—Erê min tu ?opandî. Jixwe ji hingê ve serê min dê?e.

—Parolên we gelek ba? in. Kengî serê min biê?e ez yekî dixwim tu ti?tê min namîne.

—Kuro tu serê min tê?înî bbam.

—Birêz serokwezîr! Me çawa li hev kirî, ez welê axivîm.

—Kuro me got kil bike, te kor kir.

—Ez benî te negotibû ezê biteqînim tê jî bipekînî û bipejiqînî, min jî pejiqand.

—Kuro Recep, ma ewqas jî dibe? Te ti ti?t ji me re nehi?t.

—Ez benî ne hûn jî li ser soza xwe neman. Me gotibû hûn sê-çar Kurdan bikujin jî zirar nake, lê Kurd ne bes bûn, we Tirk jî ku?tin.

—Kuro me gotibo Kurdên dijwar û Tirkên jar bixin ke?tîyê. We rabû Tirkên dijwar dan rex kerên bê war.  Ma tu nizanî dema darek li me bikeve em daristanekê di?ewutînîn. 

—Ez benî ez dibêjim qey ba? bû.

—Kuro Reco hay ji xwe hebe. Zehf pê? de neçe. Heyne ezê nî?ana dewleta ?sraîlê ji te bistînim

—Ez benî de xwe zehf aciz neke.

—Çawa ez xwe aciz nekim oxlim. Kuro ma ewqas jî dibe? Ez herona disekinînim. Tu pê?detir herî, ez  F16’ên te yên xirabûyî jî nadim çêkirin. Haya te jê hebe.

—Birêz serokwezîr meke! Tu wê bikî te serê min jêkir.

—Waye min kir. Heke bê milê te dûvê kerê min jê bike.

—Ezbenî…

—Teqqqq (Telefon tê girtin)

Êlih

About The Author