Dilê tirsonek sînga gewr nabîne

Berî her ti?tî li min biborin. Ji ber gellek ji metelokên me Kurdan erotîk û seksî lê têr naverok in, divê ez wan bi kar bînim. Mal malê me ye, ma mayê avêtin.

Bav û kalên me ji berê de gotine:”Tu heri er?, dîsa tê bê ber terkê re?” Ango tu çi dikî bike,tu bi ku de diçî biçe, tê her dîsa vegeri ber lingên min.

Îcar ev jî mesela me û Tirkolera ye. Pi?tî înkara 80 salî, dîsa vegeriyan ber terkê re? û hebûna Kurdan qebûl kirin.

Em jê hez bikin yan nekin, gellek ji me wê wek rêxistinek dewleta kûr bi nav bike yan neke, rastîyek heye ku PKK ev 30 sal in wek mirî?ka gêj anîye serê Tirkan û doxîn li wan sist kiriye. Xelkê Kurd berdêlek mezin da, bi mal û canê xwe alîkarî kir û hîna jî dike. Ê helbet gellek ji me Kurdan jî bi lotikên PKK bûne wek mirî?ka gêj û ji çap ketine, ji ?ewba berazan xerabtir hatiye serê wan. Ji ber bav û kalên me dibêjin “Dilê tirsonek sînga gewr nabîne”, em tu gazinan ji rêxistin û partîyên derveyî PKK nakin. Zor gîzerê radike û kî berdêlê bide, qad qada wî ye, gotin gotina wî ye û serê hefsêr di destê wî yan wê de ye. Em xwe nexapînin. Kî çi dibêje bila bêje, hêz û alternatîf bi berdêl û fedekarîyê çêdibe babam, bi çîrok û zimandirêjîyê pisîk nabe ?êr û ?êr jî nabe pisîk.

Werhasilî kelam, mesela min li ser rastîya civaka me, rastîya PKK û qebûlkirina pirsa Kurd bû.

De binerin bê karmendên Tirk di civîna xwe de çi gotine, pirsa Kurd çawa dinirxînin û ji hinek Kurdan zêdetir çi ji Kurdan re dixwazin.

Di civîna TUSÎAD (dezgeha karmendên Tirkiyê ye) de giregir û pê?ewayên aborîya Tirkiyê ewqas ti?tên xwe? û rasteqîn ji Kurdan re xwestine ku, ne tê gotin û ne jî tê bawerkirin.

Meselen karmend û kevnewekîlê DYP Sedat Aloglû çi gotibe ba? e?

Ji nivîskarê rojnama Mîllîyetê Mûrat Sabûncû re gotiye: “Ez yek ji wan mirovên herî netewperest im. Lê divê em hinek rastîyan bibînin” û didomîne;

“Berî bi salan ji ber ku min pirsa Kurd tanî rojevê, ez wek Kurdparêz sûcdar dikirim. Êdî divê em bîhistina hinek ti?tan bibînin û qebûl bikin. Meselen:

1-     Çima wê Îmralî nikaribe be?darî pêvajoya çareserîyê bibe?

2-     Çima emê nikaribin maddeya “ev welat bi destê Kurd û Tirkan hatiye damezirandin” têxin qanûna bingehîn?

3-     Otonomîya herêmî, çima na?

Divê ev pirs bên ver?andin ku pîsîtîyên heyî paqij bibin. Divê axavtinên ku qebûlkirina wan zehmet e bên kirin” û pir bi e?kere doza otonomîyê ji Kurdan re dike
 

 Mehmet ?ûhûbî: “Çima li çareserîyên Îspanya û Ingilîztanê nayê nerîn? Em welatekî bi tenê ne, dostên me tunene. Çima em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser nekin?”

Esîn Gurel: “Divê em wek Rêxistinên Sivîl ên Civakî xwedî li rêdana demokratîk derkevin. Divê em bi xwe nex?erêyê amade bikin”.

Aynur Bekta?: “Divê wek karmend em berê xwe bidin rojhilat (Kurdistanê), divê bendava hilbijartinê ji %10 dakeve %5”.

CEM BOYNER bi salan helwestek bi cesaret girt û pirsa Kurd anî zimên.

Cem Boyner: “Hûn zanin, Kurdan tucarî negotiye Tirk. Her demê hikûmet wek mixatabê xwe dîtine. Lê Tirkan her demê gotiye Kurd. Tu pirsgirêka herdu gelan bi hevre tuneye. Mê? xwe li brîna derbûyî datîne. Êdî divê em bi zimanê xelkê biaxivin, ne bi zimanê hikûmet û artê?ê”.

Îcar carna meriv difikire û ji xwe dipirse:

Madem hinek holdîng û girgirekên aborîya Tirkiyê ji bo berjewendîyên xwe li hev kom dibin û doza çareserkirina pirsa Kurd dikin, çima ev rêxistin û partîyên me yên derveyî PKK ku hemi li ser hev bero?ek ?orba nîskê danagrin, di bin sîwanekê de nabin yek û ji bo berjewendîyên xwe alternatîfekê çênakim babam? Ê law madem hûn di çarçova berjewendîyên netewî de nikarin çayekê bi hevre vexwin, qe nebe berjewendîyên xwe yên ?exsî, malbatî û e?îrtî bikin stûna yekîtîyê cîgerim, ma hûn wek Sedat Aloglû û Cem Boyner jî nayên baba, wî!

Yan kes newêre bêje dewê min tir? e?  

Axir, min serê we ê?and lo.

Ez bawerim rastîya herî xwe? di vê gotinê de ye:

Ne gundê bê rez, ne ?ivanê bê pez û ne jî kesê ku dibê ez û ez.

Hemi jî bi kêrî ti?tekî nayên û hûn ji min re sax…

About The Author