P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

OL U S?YASET


Adil Dûran

Ji rojan rojek Mela Hecî tayÎnÎ gundekÎ dibe.Lê li wÎ gundÎ ?êxekÎ kal, têra xwe zana û rojdÎtÎ hebûye. Dema ku ew Mela Hecî bi galegalê û çÎrokan xwe li ber dilê gel ?êrÎn dike, ?êx dibîne ku wê rew? xirab bibe û hê ji xiraptir bibe,ewê bê nan bimîne.

Rojekê hemi bawermendên xwe dicivîne û wazan dide:

-Gelî sofî û mirîdan, çawa ku li we jî eyan e, ew mela yê ku tayînî vî gundî bûye.ne mela ye. Ew mîrovekî beredayî, kafirekî  bê îman e.  

Pi?tî vê waaza ?êx, gundî bi lezûbez diçin êrî?î  wî melayî dikin. Melayê belengaz bi ?a?matî û po?mamîyek mezin xwe ji destê gundÎyan xelas dike û bi rê dikeve, diçe ba seydayekî mezin da ku wê serpêhayîya xwe ya bêlome çareser bike..

Mela ji seyda re serpêhatinîya xwe dibêje.

Seyda dibê: Darê zordestîyê zû di?kê, dilteng mebe û ji xwe re meke xem û kul. Diyare tu dilsoz û bawermendekî gelek ezîz î. Te ilmê xwedê xwendiye, lê li gel te zanabûna rêzanî (sîyaset) kêm e, divê tu ilmê siyasetê jî hîn bibî..

Mela: Ma çawa ezbenî?

Seyda: Tu dîsa bi rê keve here wî gundî. Piçek ?iklê xwe biguhere da ku te nas nekin, li hin bawermendan bibe mêvan û her ku roj derbas bibe, çawa ku te di xewnên xwe de dîtîye va gotinan (….) vebêje.

Gelek dem dibuhure. Mela disa diçe wî gundî û rastberî bûyerek ecêb tê.

?êxê wî gundî, ew mirovê herî fenek çûye heqîya xwe û melayek li ser wî quranê dixwîne. Ew jî rêz digre û destên xwe vedike…

Mela:  (ji civatê pirs dike..) hûn ji wî razî ne, heqê xwe helal dikin?

Civat: Helal be….

Mela: Wê hemi diayên we û daxwazên we li wê dinê bigihin wî.

Mela HecÎ: Ezbenî, hûn dibêjin wê daxwazên me bigihin wî merhûmî?

Mela: Belê..

Mela HecÎ: Min di xemna xwe de dît ku ew  zorbe û mirovekî ne dadperwer e, mirovekî xirab e. Niha ez li pey wî bêjim ku „min di qulê nîyo“ wê ev gotina min  bigihe wî?

Mela: Ha?aaa, ti?tên xirab nabin û nagihinê..

Mela HecÎ: Ji bo çi diayên we digihin wî û gotinên min nagihin, tu rast nabêjî ( û berê xwe dide civatê), min di xewna xwe de va melayê dilovan jî dît. Ev ne mela ye, ferî?te ye, ewlîya ye ewlîya! Bi ellawekîl kî mûyekî ji rûyê wî bik?îne ewê biçe bihi?tê. Ji bo wîqasî ez bi rê ketim hatim vir..

Cemaeta cenaze dev ji cenaze berdidin û êrî?î rûyê mela dikin da ku tayek mû jê hilçinin. HerÎ dawîyê  li ser ruyê mela tayek rîh nahêlin û wek mirî?ka ê?pêketî wî ?ût û rût dikin. Mela bi qêrÎn û hawar canê xwe ji destê wan xilas dike û direve.

Pi?tÎ vê bûyerê Mela HecÎ li wÎ gundî cîwar dibe.

Gelo min dixwest çi bigota? Belê…

Li welêt gelek hemwelatîyên me ilmê xwedê xwendine û ba? hîn bûne. Lê ilmê siyasetê hîn nebûne.

De li  kerametên hinek „serokên sererd û binerd“ binerin bê çawa ilmê siyasetê xwendine. Mêrikan  ji hemi ilman ne bê par in û bi ilmê wê siyaseta xwe kes namîne ku naxapînin, ba? zanin hukimraniya xwe dom bikin.

Hûn bi xwe li derveyî welêt Kurdbûyîn û welatparêzîya xwe bixwe jî bikujin, hûn nikarin pelekî darê jî bilebitînîn.. Ma ?êx bê mirîd dibin….

Ev nivîs 771 carî hatiye xwendin


Comments are closed.