Cemîlê me rast got û xweş got

Belê, Serokê KCK xalê we Cemîl Bayik ji Ajansa ANF re çend lotik avêtin, rast got û xweş got.

Li ser bext û wîjdanê fitne û fesadên Ajansa ANF be, dibêjin xalê we Cemîl bayik gotiye: „We go PDK? Tew tew tew, kuro PDK ne li bakur û ne jî li rojava nikare bibe alternatîf babam, ma îşê zarokan e qardaşim“ filan û fîstan.

cemil bayik KopieÇi gotinek rast û xweş ne wilo?

Ma go PDK -I (PDK-Başûrekanim) xwestiba û birastî jî li ser şopa rêbaza Barzanîyê nemir bimeşîya, wê îro Kurdên parçeyên din ketibûna vî halî?

Bi sê telaqên jinberdanê, xalê me Cemîl Bayik rast gotiye û xweş gotiye.

Partî yan jî rêxistina ku bêje „Ez li ser rêbaza Barzanîyê nemir dimeşim“ û bernameyek Kurdistanî nede ber xwe, nikare li parçeyên din bibe alternatîf û bi ser bikeve. Ma derew e?

Û birastî lo, gelo çi bernameyek siyasî ya PDK Başûr ji bo parçeyên din heye?

Çi hesabên wê yên siyasî ji bo Kurdên parçeyên din hene?

Ma ne PDK-I PKK kir PKK, cîh, meqer, çek û sîleh dayê û ew heta bi îro anî?

Heke plan û projeyên wê ji bo Kurdên bakur, rojava û rojhilat hebûna, ma wê Kurdên bakur, rojava û rojhilat heta îro bê alternatîf bimana?

Na na kaka, Cemîlê me rast dibêje û xweş dibêje.

Siyaseta PDK-Başûrekanim ev e:

Hindik û rindik!

Bela piçûk be, lê bela ji min re be!

Zikê min têr e, zikê Kurdên din birçî be ji xirrê min ve!

Kurdistana mezin û gewre Kurdistana Iraq e!

Di nexşe û xerîteyên xwe de Kurdistana gewre nîşan didin, lê di emel û pratîka xwe de tu plan û projeyên wan ji bo Kurdistana mezin û gewre tune!

Axir û werhasilî kelam, Cemîl Bayik rast gotiye û xweş gotiye.

Heta PDK-I, ango Partî Demokratî Kurdistanî Iraq û Barzanî di siyaseta bakur, rojava û rojhilat de bê plan û proje bin, heta siyasetek Kurdistanî nemeşînin û armanca Kurdistana mezin nedin ber xwe, wê kesên mîna Cemîl Bayik jî wan bidin ber lotik û zîtirkan û mîrkutan li nav serê wan bidin û hûn sax.

Hewlêr

 

 

 

 

 

 

 

About The Author