Dar têra şehîdên wan nakin

Li bajarê Enqerê, şaredarîya Kizilcahamam ê  „dar„ek ji bo şehîdên xwe çikandiye, kunye û nasnameyên şehîdên xwe bi darê ve xemilandine û her sal wê darê ziyaret dikin, xwedêgiravî şehîdên xwe bi bîr tînin.

Li gora ku Serokê Şaredarîya Kizilcahamam ê Coşqûn Unal anîye zimên, ji sala 1980 î û heta niha 7.314 (7 hezar û 314) kunye û nasnameyên şehîdan bi darê ve daliqandine û dara reben di bin wan kunyeyên hesinî de xwar bûye. Li gora Coşqûn Unal efendî gotiye, tenê di van demên nêzîk de 86 şehîd dane û kunyeyên wan jî bi coşek mezin bi dara reben ve daliqandin.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin niha xelkên Enqerê û Kizilcahamam ê amadekarîyên çikandina 4-5 darên din dikin û her sal darên wan ên şehîdan zêdetir dibin. Li gor fitne û fesad dibêjin, heke wilo biçe, wê li dora Enqerê û Kizilcahamam ê dar nemînin û wê qirra daran bê. Ji ber vê yekê, xelkên derûdora Enqerê dua ji xwedê re dikin ku êdî term û cendekên şehîdan bi ser wan de neyên û êdî hew darên şehîdan biçikînin.

Ez serê we neêşînim, Tirk ziyaretan ji bo şehîdên xwe çêdikin û her sal wan bi bîr tînin. Gelo PKK û Kurdan heta îro çend şehîd dane û çend ziyaret yan darên ziyaretê ji bo wan çikandine kesek zane?

Stenbol

About The Author