P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

MALBATA BÊ HI?


Rêwîyê Kal

 

 Zemanê berê kî kurê xwe bizewicanda gustîlek û çend zêr ji bo xelata bûkê dikire bêrîka xwe, gund bi gund digerîya. Bi salixên dost û nasên xwe û bi dîtina xwe, dergistîyek xelat dikir. Remo jî bi vî armancê dibe mêvanê malekê.

Sibê bavê keçika xama ji bo dîtina Remo ji keça xwe re dibê: “ Qîza min,  ka biçe ji kanîyê avê bîne em pê dest û rûyê xwe bi?on. “ Keçik fêm dike ku mêvan Remo hatîye xwazgînîya wî. Destîyê xwe hildigire diçe ser kanîyê. Beybûna di qûleteyna (kurn) kanîyê de dibîne û dikeve xeyalan. Gelek  dem derbas dibe keçik nazîvire malê.

Bavê keçikê ji pîreka xwe re dibê: “ Jinik, ka here binere keçik çû û nehat, çima gelo ? “ Dayîka keçikê diçe, bala xwe didê waye keçik rûni?tîye û li ser kanîyê digirî.

-   Keça min xêr e, tu çima digirî ?  

-   Dayê tu wê beybûna di nava delavê de dibînî ?

-         Erê ma çi bûye, ew beybûna avê ye

 Keçik yekcar digirî û dibê:

-         Hew dayê pepûkê ! Ezê mêr kim, ma wê zaroka min çênebe ? 

-         Erê.

-         Emê bên serdana we, wê zaroka min bê ser kanîyê vê beybûnê bibîne û biçe ku biçine !..

-         Êêêê!

-         Lê îcar go di avê de bixeniqe!..

Dayîk jî dest bi girî dike werhasil.

Bavê keçikê mereq dike ji Remo re dibê: “ Heyran tu rûnê, hela ez biçim mêzekim li ku man, nehatin “ û ew jî diçe ser kanîyê.

-         Hûn çima digrîn we xêr e ?

-         Wî mehrûmo! Hal û mesele ev (…) te fêm kir ?

Bav jî dest bi girî dike. Remo dinere waye kes nayê, ew jî diçe ser kanîyê. Jê re meselê dibêjin wesselam…

Remo dibê: “ Hûn bi malbatî bêhi? in, ez di hi?ê we de bimîzim! Ez po?mam bûm keça we naxwazim. De bi xatirê we. “

Mesela me Kurdan jî wisa ye. Hîna welatê me çar perçe ye û di destê dagirkeran de Kurd dîl (hêsîr) in. Ji niha ve hinek kes xewnan dibînin û dibên: “ Axayê Kurdan, serokê Kurdan ez im.”

Law ka hela tu berê bi rew?ek Kurdewarî û bi rûmet têko?îna vî gelî bide bavo, pa?ê doza ti?teki bike bavê min, wey!

Xwedê hevza merin ji we bike…

Ev nivîs 590 carî hatiye xwendin


Şirove bike