MALBATA BÊ HI?

 

 Zemanê berê kî kurê xwe bizewicanda gustîlek û çend zêr ji bo xelata bûkê dikire bêrîka xwe, gund bi gund digerîya. Bi salixên dost û nasên xwe û bi dîtina xwe, dergistîyek xelat dikir. Remo jî bi vî armancê dibe mêvanê malekê.

Sibê bavê keçika xama ji bo dîtina Remo ji keça xwe re dibê: “ Qîza min,  ka biçe ji kanîyê avê bîne em pê dest û rûyê xwe bi?on. “ Keçik fêm dike ku mêvan Remo hatîye xwazgînîya wî. Destîyê xwe hildigire diçe ser kanîyê. Beybûna di qûleteyna (kurn) kanîyê de dibîne û dikeve xeyalan. Gelek  dem derbas dibe keçik nazîvire malê.

Bavê keçikê ji pîreka xwe re dibê: “ Jinik, ka here binere keçik çû û nehat, çima gelo ? “ Dayîka keçikê diçe, bala xwe didê waye keçik rûni?tîye û li ser kanîyê digirî.

–   Keça min xêr e, tu çima digirî ?  

–   Dayê tu wê beybûna di nava delavê de dibînî ?

–         Erê ma çi bûye, ew beybûna avê ye

 Keçik yekcar digirî û dibê:

–         Hew dayê pepûkê ! Ezê mêr kim, ma wê zaroka min çênebe ? 

–         Erê.

–         Emê bên serdana we, wê zaroka min bê ser kanîyê vê beybûnê bibîne û biçe ku biçine !..

–         Êêêê!

–         Lê îcar go di avê de bixeniqe!..

Dayîk jî dest bi girî dike werhasil.

Bavê keçikê mereq dike ji Remo re dibê: “ Heyran tu rûnê, hela ez biçim mêzekim li ku man, nehatin “ û ew jî diçe ser kanîyê.

–         Hûn çima digrîn we xêr e ?

–         Wî mehrûmo! Hal û mesele ev (…) te fêm kir ?

Bav jî dest bi girî dike. Remo dinere waye kes nayê, ew jî diçe ser kanîyê. Jê re meselê dibêjin wesselam…

Remo dibê: “ Hûn bi malbatî bêhi? in, ez di hi?ê we de bimîzim! Ez po?mam bûm keça we naxwazim. De bi xatirê we. “

Mesela me Kurdan jî wisa ye. Hîna welatê me çar perçe ye û di destê dagirkeran de Kurd dîl (hêsîr) in. Ji niha ve hinek kes xewnan dibînin û dibên: “ Axayê Kurdan, serokê Kurdan ez im.”

Law ka hela tu berê bi rew?ek Kurdewarî û bi rûmet têko?îna vî gelî bide bavo, pa?ê doza ti?teki bike bavê min, wey!

Xwedê hevza merin ji we bike…

About The Author