Feqîr û jina generalê Ereb

Di nav Ola Êzdayetî de qedir û sîyanetek payebilind jibo hirqê ?êx Adî tê girtin.

Her weha feqîrên wî yên ku hirqe li xwe dikin hene. Ew hirqe wek çûx e, lê mildirêj e û bi tenê ji mûyê bizinan tê çêkirin: Bi kêmanî 8- 10 kîloyan giran e. Li gor Ola Êzdeyetîyê kesê ew hirqe lê, biçe kîjan cemeeta Êzidîyan Mîr, Baba?êx jî tê de, hemi ji ber radibin pîyan. Wê hirqê bavêjin ser kê, jê re destûra xwe lepitandinê nîne ( kes nikare xwe bilivîne/ bilebitîne). 

Wusa tê bawerkirin ku heke xwe bilebitîne ,wê bibe gunehkarê herî mezin û wê di agirê cehnemê de bisoje (bi?ewite).

Em bên ser serpêhatîya xwe.

 Di dema desthilatdarîya Sedam de, jibo Êzidîyan gellek torerans hebûn û karên giran bi wan nedidan kirin. Sîyanet jibo cil û bergên wan jî digirtin.

Rojekê feqîrek xwedî hirqe (kesayetîyek berketî, zexim û lewend) diçe le?kerîyê û wî dikin xizmetvanê mala generalekî û di mala wî de xizmetê dike.

Jina general dilê xwe li feqîr xira dike û dixwaze pêre razê. Lê feqîr qebûl nake û li ber xwe dide,  dike, nake xwe ji destê jinikê Ereb xilas nake.

 Dawîyê jinik jê re dibêje:

” Heke tu bi min re ranezê, ku mêrê min êvarî hat ezê jê re bêjim “vî le?kerî destdirêjîya min kiriye û qû? li min qetandiye”. Wê mêrê min te bikuje.”

 Feqîr dinêre wê jinik birastî jî wê bêbavîyê bike, ji bêçaretî  qebûl dike, hirqê tavêje ser jinikê û dikeve ser dilê wê, lêxeeeee û her lêxe. Ji alîyekî dibe û tîne, ji alîyê din dibe hewar hewara wî û dibêje:” Ya Melekil Tawûs û ?êx Adî, hûn min efû bikin, vê bêbavê ez mecbûr kirim!”

Rebeno  her dibe û tîne û her dike hewar, gazî û efûyê dixwaze. Rebenê feqîr dike û nake kes bi hewara qerasê wî ve nayê.

Werhasilî kelam, feqîrê me lingê jina general berbelotî ezmanan dike û hilê wê li milê wê dike, wê dike nanik û ji hevde dixe. Bi vî awayî heyfa çend Kurdan ji general hiltîne.

About The Author