Xewa ?evan lê herimî, wey weledddd!

Xwedê neyne serê kesî rebbî, ti?tê ku hatiye serê Serekerkanê Artê?a Tirk sayin Îlker Ba?bûg, nehatiye serê mi?k û maran, nehatiye serê tajî û kîro?kan.

Îlker Ba?bûg, ji rojnamevan Sabahattîn Onkîbar re eynen wilo gotiye:

“Jina min ji min berdayî be xew nakeve çavê min. Heta derengî ?evê guhê min li ser nûçeyên rojhilat in bê ka wê çend cewrikên me bên kujtin û PKK çend lotikan li me xe. Ez bi serê te yê ?ûnikî kim, xewa ?evan li min herimî ye, ez kabûsan dibînim kuro kabûûûûûssss” û hêsrên çavên wî wek ba û bahozê gindirîne.

Werhasilî kelam, Serekerkanê Artê?a Tirk sayin Ba?bûg, ji bêxewî bûye wek serxwe?an û bûye wek mirî?ka gêj. Lotikên PKK tofanek wilo aniye serê wî û eskerên wî ku nayê gotin. Hem ji pa? û hem jî ji pê? de wî didin ber lotik û zîtirkan.

Ya rebbî tu neyne serî kesî. Law ma kesê ku kabûsan bibîne û xewa ?evan lê biherime, kare here ser do?eka jina xwe babam, na wî!

Enqere

About The Author