P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Li jêr derdek, li jor hezar derd


Adil Dûran

Yê rast bibêje ji heft gundan diqewirînin…

Ba? dizanim ku mîrov bertîlê jî bide, carek din nayê dinyayê.

Gelek pirsgirêkên jîyanê hene. Em bi wan re omrê xwe derbaz dikin bêyî ku çareser bikin. Rê li ber me winda dibe, dibînin çaryan li pê?îya me de ye. Lê dîsa jî nizanin ku wê bidin ser kîjan rêyê. Pirsgirêkên me gelek bi sedem in, bersiv wisa ne bi hêsane. Disa jî hin kesên ku em wan bi çavekî nizm û piçûk dibînin û wek mirov nahewînîn, zû bi zû ji bo xwe  rê û rêbazekê dibînin û jîyana xwe didomînin..

Li Dersîmê gundîyekî kal-feqîr u bêçareyê xwedê nexwe? dikeve û diçe doktor.

Gundî bi doktor re bazarîyê dike.

Gundî – Lawo doktor beg, tu dîbînî ez nexwe? im, dixwazim pirsekê ji te bikim. Dema ku te rast bersivand ezê heqê te du qat û zêde bidim. Dema te nekarî, divê tu jî la?ê min bela? miayene bikî.

Diktor – (gelek bi kêfxwe? î) serseran kalo!

Gundî – Ji bo çi li jor ser û çav û porê mîrov zû spî dibe, li jêr hêlik û gunik spî nabe?

Diktor dike nake nikare bibersivîne û meraq dike.

Diktor – Tu ji kerema xwe ji min re vê bersivê bêje, soz ezê te bela? miayene bikim.

Gundî – Dema ku zarok çêdibin heya çendekî porê wan derdikeve û pi?tî deh salan ?ûnve hêlik û gunikên wan pirçik digre.

Diktor wî miayene dike, ji bo wî derman dinivisîne û rêya dermanxanê jê re salix dide.

Pi?tî ku gundî bi rê dikeve, doktor bi telefonê li dermanxanê digere û xwedîyê dermanxanê ji hevalê wî ye û merama dilê xwe ji wî re dibêje.

Diktor – Ezbenî, niha wê gundîyek bê cem te. Berî ku derman bistîne ewê bi te re bikeve bazarê û ti?tekî ji te pirs bike da ku dermanê xwe bê dirav bistîne. Ew bersiva pirsa wî  ev e. Min ji ew bersiv nizanîbû û zirar kir. Tu dikarî wî dermanî bi du qat bifro?e wî û gelek zêde kar bikî..fiftî fiftî ha!

Piçek dem dibuhure gundîyê me diçe ba dermanxanê û pirsa xwe li wir dubare dike.

Gundî – Pismam,  ma tu dizanî ji bo çi li jor ser û çav û porê mîrov zû spî dibe û li jêr hêlik û gunik spî nabin?

Xwedîyê dermanxanê- ( ji xwe bersîv di bêrika wî de ye) Xalo, ma tu min wek nezanan dibînî? Dema ku bersiva te rast bidim xelat çi ye?

Gundî – Heger ew reçete bi sêsed diravî be, ezê ?e?sed diravî dîyarî te bikim. Lê ku te nerast bersiv da, divê tu wî dermanî bela? bidî min û dev ji  ”’ez dizanim” tîyê berde.

Xwedîyê dermanxanê – Xalo, dema ku zarok çêdibin heya çendekî li jor serê wan por derdikeve, neh deh sal ?ûnve jî li jêr hêlik û gunikên wan pirçik digre.

Gundî- (bi ken serê xwe dihejine) Na, ne wisa ye!

Xwedîyê dermanxanê -  (bi ?a?matî çavên wî beq dibin û bi meraqek mezin li ber digere) Xalo ka bêje..

Gundî – Xarzîyê min ê ezîz, ku te meraq kir ezê bêjim te. Li jêr di nav ?eqên mirov de tenê derdek heye, lê li jor di nav serê mirov de hezar derd û kul henin. Ji ber wî qasî serê mîrov zû spî dibe.

Ev nivîs 668 carî hatiye xwendin


3 şirove hene - “Li jêr derdek, li jor hezar derd”

  1. Her bijî mamoste, pêkenokeke xwe? û hêja ye. Dest sax be!
    Li gel silavan, serkeftin…

  2. Wellehî gellek xwe? bû,hezar hezar spas ji te ra Mamoste…

  3. G?ringiya pékenokan j? bo pé?ket?na c?vaté geleke..H?n rast got?n hene demé ku béne vegot?n ewé b?b?n sedema kujt?na mirov..ger mirov ewan got?nan b? ré yé pékenokan vebéji u b?n?v?si wer zu b? zu qiyamet ranabi…
    N?visén te j? gelek b? tahm u berb?çav ?n..tu saxt?r b?racan..
    d? gel s?lavén b?ratiyé

Şirove bike