Qanûna keran

 

 

?ekir Tatlî muxtarê gundê Silehîyan e. Meleyê gund jî

ji xwe re deh?ikekê dikire, ew deh?ik mezin dibe û ew jî dibe ker.

Havînê mal diçin zozanan, li mêrga zomê  dibe ?erê  kerê muxtar ?ekir û mele.

Kerê mele devê xwe dike qirika kerê muxtar û dixendiqîne (dikuje)

Muxtar jî jibo bedela kerê xwe ji mele bistîne, bi heyeta xwe diçe

mala mele û doza kerê xwe lê dike.

Mele hema ji jina xwe re dibê:“ Xanim, ka wê kitêba keran bîne da em binerin di heqê ku?tina keran de çi dibêje.”

Mele kitêbê vedike û dibê:“ Bismillahî rehmanil rehîm, qul auzel bî rebel

feleq (eve felaketa serî ye ) Min ?eril ma xeleq ( ma min gotîye ?er bikin)

We min ?erel wesiqîn izaweqet  ( ker, keran bixendiqînin bedela wê nayê

dan ) sedeqallahûl azîm.”

Li ser wê yêkê muxtar diçe li gundên derdorê digere û kerê herî ?erker dikire,  tîne gund.

Pi?tî heyamekê gundî kerê mixtar û kerê mele bera hev didin, lê vê carê kerê muxtar kerê mele dixendiqîne.

Mele tê bedela kerê xwe bixwaze.

Muxtar ji jina xwere dibê: “ Xatûn, ka wê qanûna keran bîne, ka em binerin di derbarê ?erê keran de çi dibêje.”

Mele çawa navê qanûna keren dibihîze, dibê:“ Estexfûrûlllah, estexfûrûllah” û bêyî ku xatir bixwaze radibe diçe.

Muxtar li pey wî diqîre û dibêje: “ Dê here yasîn û fatîhan li ser kerê xwe bixwîne qûndehhhhh!”

About The Author