Ji xelkê re hêkan dike, lê ji xwe re zelqan dike

?irûda netewî “Ey Reqîb” di dema Komara Mahabadê de wek sirûda netewî hatiye qebûlkirin û îro bûye nî?ana herçar parçeyên Kurdistanê. Lê mixabin kurmên darê, ango zîtirkvanên mîna Elî Bapîr, vê sirûda netewî wek sirûda Partî û Yekîtî bi nav dikin, dema tê xwendin rêzê jê re nagrin û ranabin ser xwe, bêrêzî û bêhurmetîyê ji sembola gelê Kurd re dikin.

Mêrê du-sê jinan Elî Bapîr begefendî, di malpera xwe KomelNews de lotikek dûrî Kurdayetîyê avêt û êrî?î sirûda netewî Ey Reqîb kir. Mêrê du jinan dibêje ku “Ey Reqîb ne sirûda netewî ye” û rûn li ser nanê dijminên gelê Kurd dike. Bapîrê ku gava sirûda ni?timanî ya qûnre?ên Erebên Iraqê tê xwendin seetekê li ser lingan dimîne û rêzê jê re digre, gellek caran di dema xwendina Ey Reqîb de ranabe ser xwe û dijminatîya sembola Kurdistanê dike.

Di vê derbarê de gellek rew?enbîr û siyasetmedarên Kurdekan, çewal xistin serê Elî Bapîr, doxîn jê ?emitandin û gotinên wî wek bêrêzî û dijminatîya nirxên Kurdistanê qebûl kirin.

Werhasilî kelam, ji ber vê bêedebîya wî, me jî wek sîxurên Lotikxanê yên li ba?ûrê Kurdistanê çend xiyar û arûyên dirêj û qalind wek diyarî ji cîgerim Bapîr re ?andin û me li ser wan xiyaran nivîsand: “Ezîzim, bi sed hezaran Kurd ji bo sirûda Ey Reqîb hatine ?ehîdkirin. Ey reqîb sirûda netewî ya gelê Kurd e. Heçê qebûl bike wê bike, yê qebûl neke jî bela van xiyar û arûyan di xwe ke û ji Kurdistanê bicehime here” û me derpî jê ?emitand.

Ez serê we neê?înim û nekim wek ?a?ika Elî Bapîr, bav û kalên me ji berê de dibêjin “Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nîne”.  

Lê mixabin ji %95’ên darên Kurdistanê tije kurm in û kurmikên Kurd ha ha potînalêsîya dijminên xwe dikin.

Hewlêr

About The Author