Bavê Jîndar û êşa diran

Ew heyamek bû diranek bêaqilîyê yê Bavê Jîndar di dawîya qurtika şikefta devê wî de mabû û ew jî têşîya. Feqîro ji ber êşa diranê xwe ji şorbê pê ve tiştek nedixwar; lê bi ser hindê jî serhişkî dikir û nediçû dirankêş.

Dîya Jîndar jê re digot:” Kuro here bikêşe peppûkooooo!” lê ji ber kû bi tenê ew diran ji xortanîya wî jêre dîyarî mabû, li ber diranê xwe diket û bi aspirîn û qeranfîlan îdare dikir.

Berî hefteyekê êşa diran dîsa zor dayê û aspirînek xwest. Lê dîya jîndar gotê:

” Aspirîn nînin û ma min negotibu te here dirankêş, waweylê!

Wî lê vegerand û gotê: “ Keçê ma ne ev bûn sîh sal in ez dibêjim te bi gotina doktoran bike, derî û penceran li hember hev vekirî nehêle, zêde paqijîyê neke û xwe newestîne. Tu bi ya min nakî, ma hema te carekê got, ezê bi ya te bikimş Ma mêranîya min li ku ma gidî!” û da zirtan.

Lê ji alîyê din çû diranên xwe paqij kirin û jibo çûna dirankêş xwe kar kir.

Axir çû dirankêj û kete ser kursîyê dirankêşandinê.

Dirankêş bi Almanî : Was hast tu? ( çiyî te heye)

  1. J:  Ich habe zahn schmerzen (diranê min dêşe)

Dirankêş: Welches? ( kîjan)

B.J : Aless (hemi )

Dirankêş : Machen Sie mund auf (devê xwe veke)

Bavê Jîndar wek qantiran devê xwe vedike û dirankêş lê dinere ku diran di devê wî de nînin.  Bi tenê diranek di dawîya şikefka devê wî de maye. Dirankêş bê hemdê xwe  dest bi ken dike û dibê: “ Du  hast doch nur eine zahne ( tenê diranek te heye).

B.J : Ya, das ist alles was ich habe ( belê, heyî û neyîya min ev e).

Axir dirankêş ew dran jî kêşa.

Lê ya xirab piştî wê qewimî.

Ji ber narkozê û kêşana diran, hem devê wî werimî bû hem jî tevizî bû; lewre jî tiştek his nedikir.

Bavê jîndar hat malê, xanimê jê re kebab havêtibûn firinê. Wî jî ji ber ku ew çend roj bûn wek adetê goşt nexwaribû,  hema wek huznîyan ( kesên ji ber birçîbûnê filitî) bi lez û bez diranên xwe yên taxim kirin devê  xwe û xwe li ber kebaban rast kir, xwar û hey xwar heta zik lê bû meşk. Lê  ji ber narkoz, werimîn û tevizînê pê nehesîya û lêva xwe ya jêrî jî bi kebaban re gez kiribû. Pîştî çend seetan ku tesîra narkozê rabû, lêva wî dest bi janan kir. Çû ber eynikê çi bibîne,  mêro lêva xwe gez kiriye û lêva wî werimîye.

Ev bû hefteyeke vêcar êşa lêvê dest pê kiriye û ew dikare tenê bi alîyekî devê xwe şorbê bixwe. Ku dixwe jî, cihê brîna gezê jan dide.

Îcar gelî xwendevanan,  hema hûn hûn bin, ku we diranê xwe kêşa, wek wî bê sebir nebin û 4-5 seetan tiştekî nexwin. An na hûnê jî wê ezabê bikêşin ellawekîl.

Paşê nebêjin Bavê Ronahî em hişyar nekirin.

About The Author