Germê li serê wê xist

Xwedê neyne serî kesî, germa zêde xirab e û tirrê di kesî de nahêle. Tew ev jin û mêrên Ewrûpî û Amerîkî hene ya, di havînê de nikarin xwe li ber lotikên germê bigrin, nikarin bê av, çem û derya bisekinin. Gava nekevin behrê, wek pisîkên ku bi xwe de mîztibin tê serê wan, pirtosekî dibin, ji hevde dikevin.

Nîcole Austîn jî yek ji wan lotikvana ye. Peppûkê nikare xwe li ber tîrêjên germê bigre û wek ordekan ji nav avê dernakeve. Hema bêjin bi ?ev û rojê di nava avê de ye. Dixwe, vedixwe, li xwe dixe û xwe çeng dike nava avê. Masî jî wek wê ji avê hez nakin ellawekîl.

Wê rojê me dîsa Nîcole xanim di nava avê de girt. Pi?tî dît ku sîxurên Lotikxanê wê di?opînin, xanimê bû wek „teyrika masîyan“ û xwe serûbino kir, ket binê avê û derket û da zîtirkan.

De lê binerin bê Nîcole Austîn zane avjenîyê bike yan na.

About The Author