Li heman trênê siwar bûne

12 Îlonê roja referandûma guhertina hinek xalên makzagona bingehîn a Tirkiyê ye. Makzagona ku di 12 Îlona 1982an de bi destê generalên fa?îst û dijminên milletê Kurd hatibû amade kirin, bi xêra hinek lotikên Kasimpa?alî Receb tê guhertin û ba? yan xerab, wê cîh li Kemalîst û statukoperestan teng bike, tirrê ji wan berde.

Kemalîst û dijminên qewmê Kurd bi xurtî li dijî guhertina makzagona generalên fa?îst derdikevin û bawerin ku bi guhertina vê makzagonê, wê sîstema Kemalîzmê têk biçe û av biçe bin qûna wê. Helbet kêmbe jî, guhertina vê qanûna bêbav wê xêrekê li Kurdan û pê?ketina demokrasî û mafê mirovan bike, wê desthilatdarîya hinek dezgehên Kemalîst kêm bike û hefsar têxe serê hinekan. Ji ber vê jî, partîyên sîstemê, dezgehên Kemalîst û fa?îstên Tirkiyê li dijî guhertina vê makzagonê derdikevin û bi biryar in ku di 12 Îlonê de referandûmê boykot bikin, deng nedin guhertina AKP û cîgerim Kasimpa?alî Receb.

Lê zêdebûna ser kezebê û sosreta kesanedî ev e ku BDP û dezgehên ku BDP pê ve girêdayî ye, li trêna CHP û MHP a Kemalîst siwar bûye û bi heman helwestê biryara boykotkirina referandûmê dane. Ango, wê BDP deng nede guhertina makzagona Kenan Evrenê Arnawût. Halbûkî vê makzagona generalan namûsa Kurdan anîbû û anîye pênc qirû?an û bi vê makzagonê bi deh hezaran Kurd hatine kujtin, ê?kencekirin û sedema desthilatdarî û zordarîya artê?a Tirkiyê jî ev makzagon e.

BDP a ku pi?tî fermana cîgerim Ocalan biryara boykotê daye, li ser navê Kurdan di meclîsê de ye û bi heman helwesta CHP, MHP û Kemalîstên Tirk êrî?î AKP dike, ji artê?ê zêdetir AKP wek dijmin dibîne. AKP a ku bombe xistiye bin qûna Kemalîstan û hêdî hêdî dixwaze wê bombê biteqîne, bi hêvî bû ku wê BDP pi?tgirîyê bide lotikên wê û di refê CHP, MHP û Kemalîztan de cîh negre. Lê rebenê Kasimpa?alî Receb û generalên partîya wî bi helwesta BDP xeyal?ikestî bûn û cêrek ava cemidî bi ser wan de dabû. Ji ber vê ye ku Wezîrê Navxweyî Be?îr Atalay digot:“Lotika herî mezin me ji BDP xwar“.

Ez serê we neê?înim, mixabin BDP bi helwest û siyaseta xwe pir e?kere di refê Kemalîst û nîjadperestên wek CHP û MHP de cîh girtîye. Li ?ûna ku di refê AKP de cîh bigre û zorî bide Kemalîzm û sîstema generalan, rabûye li trêna CHP û MHP siwar bûye û bi yek dengî li qornê dixin.

Ez bi xwe referandûmê boykot nakim qarda?im, kî boykot dike yan nake ji xirrê kekê me Selahattîn Demîrta? ve û xelas…..

Enqere

About The Author